Xwezaya Kurdistanê ber bi tunebûnê ve diçe

14:24 - 27 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya şewatên ku li rojhilatê Kurdistanê pêk tên, duh beşek berçav ji daristanên Abdanan a Îlamê jî di nava guriya agir de bûn rejî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 26`ê hezîranê, 9 hektar ji daristanên devera Kol Xusrow a “Kebîrkûh” li bajarê Abdanan, di nava agir de şewitîn.

Çavkaniyeke agah li Îlamê li ser vê mijarê peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Bi sedema asê bûna navçeyê û xemsariya hikûmetê di vemirandina agir a bi rêya helîkopteran re, beşek berçac li devera “Kebîrkûk”(çiyayê mezin) bi şewatê re rû bi rû ma.

“Kebîrkûh” (mezin zinar) bi dirêjahiya 150 kîlometre girîngtirîn û mezintirîn devera çiyaî a Zagrosê ye ku bi hezar û 665 hektar daristan û giha hatiye dagirtin.

Destpêka hezîrana evsal jî bo careke din, daristanên berû yên Zagrosê li Îlamê di nava agir de şewitîbûn.

Hêjayî gotinê ye şewatên ku li Kurdistanê pêktên, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvanên jîngehparêzî ve tên kontirolkirin, eva di demekê de ye ku hêzên têkildar ên hikûmeta Îranê tevî agahdarbûn ji bûyera şewatê, tu hewlekî nagrin ber xwe û di vemirandina agir de bi welatiyan re nabin alîkar.