Xweşevitandina du jinan li bajarên Merîwan û Şino

14:34 - 6 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Li bajarên Merîwan û Şino’yê de du jinan bi sedema pirsgirêkên civakî û malbatî ve agir berdane xwe û dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çend rojan berî niha jineke xelkê bajarê Merîwanê xwe şevitand û bi sedema rêjeya zaf ya şewatê, jiyana xwe ji dest daye.

Navê wê jina xweşevitandî Fatime, keça Ehmed û rûniştiya taxê “Mûsk 2” ye.

Tê gotin ku jina han dezgîrandar bûye û bi sedema destkurtî û xizaniyê ve dest bi xwekujiyê kiriye.
Ji aliyek din ve, jinek din ya kurd ku xelkê gundê “Kanî Sipî” yê dawî bi jiyana xwe aniye.

Ew jina 25 salî xelkê gundê “Kanî Sipî”ya devera Deştebêl a Şino’yê ye.

Tê gotin ku ew jina kurd bi sedema pirsên civakî û malbatî ve agir ji cismê xwe berdaye û piştî çend mana li nexweşxaneya bajarê Urmiyê de jiyana xwe ji dest da.