Xwepêşandanên nerazîbûnê hember hotêlaTara li Mehabadê

22:56 - 7 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Hemwelatiyên bajarê Mehabada rojhilatê Kurdistanê, bi nîşaneya nerazî bûn ji mirina bi guman a Ferînaz Xusrowanî hember hotêlê, xwepêşandan lidar xistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, pişt mirina bi guman ya keça ciwan ya bi navê Ferînaz Xusrowanî ku li Hotêla Tara ya Mehabadê kar dikir û bi mebesta parastina kerameta xwe bi neçarî duh xwe li qata 4`erm a hotêlê avêtibû xwar, îro demijmêr 05.00 ê esir meşeke girseyî li Mehabadê birêve çû.

Di vê meşê de ku di şert û mercên dijwar û mîlîtarîzekirî de birê ve çû, hemwelatiya agir berdan hotêlê û hejmarek welatî jî hatin binçavkirin.

Gorî raporên gihîştinî ajansa nûçegihaniya Kurdpa: Berpirsên hikûmeta soza şopandina doseya wê keça bi neçarî jiyana xwe ji dest dayî bi henwekatiyan dan, lê wan ew yek nepejirand û xwepêşandana nerazîbûnê heya agir pêxistina hotêlê domkir û heya belavbûna vê nûçeyê jî didome.

Herwiha hat ragihandin ku piştî gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi ser welatiyan de, hejmerek hemwelatî hatin birîndarkirin.

Nasnameya xwepêşanderekî hatî birîndarkirin Xalêd Deryanûş hat îlan kirin.

Ferînaz Xusrowanî 26 salî û rûniştvana Mehabdê bû. Ew xwedî bawernameya karnasî di beşa kampûterê de bû.

Navborî duh xwe qada 4`em a hotêlê re avêtibû û dawî bi jiyana xwe anîbû.

\"26420.jpg\"

\"26421.jpg\"

\"26422.jpg\"

\"26425.jpg\"

\"26426.jpg\"