Xwenîşandan li dijî bêhurmetî bi “Hotêl Fitîle” çêbû

21:04 - 10 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendekarên Turk ên Azerî di zanîngeha Urmiyê û Tewrêzê de, li dijî bêhurmetî di bernameyeke televîzyonî ya kanal 2 a Îranê de xwenîşandan rêk xistin.

Li gora nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, girûpek ji xwendekarên Turk ên Azerî ziman ên zanîngeha Urmiyê û Tewrêzê li derdora zanîngehê amade bûn, û bêhurmetiya kanal 2 ya Deng û Reng a Îranê bi Turkên Azerî ziman şermezar kirin.

Di vê xwenîşandanê de dehen xwendekar bi dirûşm û bilindkirina pilakardan beşdarî kirin, û diruşmên “Haray haray men Turkem” , “Olûm olûsûn faşîste” ji aliyê xwenîşanderan ve li ber deriyê zanîngeha seraserî ya Urmiyê digotin.

Roja Înê ya derbazbûyî, di bernameyek nû ya Hotêl Fitîle, bernameyeke taybet bi zarokan ji aliyê kanal du ve hat bilav kirin ku di vê bernamê de bi awayekî henekpêkirinê, bi zimanê Turkên Azerî bêhurmetî bi wan hate kirin.

Di vê bernameyê de zarokekî Turk tevî babê xwe dixwastin Hotêla ku tê de akincî bûn, bi cî bihêlin, berpirsê Hotêhê li zarokê Turk û babê wî dipirse hûn bo Hotêlê bi cî dihêlin, ev jî bi zimanê Turkî û devoka xwe ya resen ya Azeriyan dibêje, jiber ku bêhnek pîs di nav hotêlê de tê, paşan berpirsê Hotên dizane ku zarokê Turkê Azerî bi filçeya paqijkirina avdestê, didanê xwe şûştiye, û bêhna pîs ya hotêlê ev bêhn bûye, û her di vê bernameyê de berpirsê hotêlê Ispiriyek bêhnxweşiyê di nav devê zarok direşîne, û bo vê ku bêhna di nav devê wan de nemîne, û benûştekî jî dide wan.

Rojekê piştî bilavkirina bêhurmetiyê di bernameyê de, Mihemed Muslimî, kargêrê Erdebîlî yê bernameya Fitîle daxwaza lêborînê ji Azerîzimanan xwast.

Berê jî parêzgarên Urmiye, Tewrêz, Zenca û Erdebîlê seba bernameya Fitîle nerazîbûna xwe li ser vê bernameyê bo berpirsên hikumetê şandibûn.

Di sala 1385’an de di bernameyeke wek vê bernameyê de, rojnameya Îranê karîkatorek bilav kiribû ku di vê karîkatorê de bêhurmetî bi Turkên Azerî kiribûn ku tevî nerazîbûna Azeriyan berbirû bû.

\"28961.jpg\"

\"28960.jpg\"

\"28959.jpg\"