Xwendewaneka Serdeştî bi sedema xêzaniyê xwe kuşt

15:12 - 13 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Keçeke xwendenvan a bajarê Serdeşt a Rojhelatê Kurdistanê, bi sedema hejariya malbata xwe bi xwe dar vekirin ê, dawî bi jiyanê anî.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, sibeya roja Sêşemî bervar 9’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Perîsa Seîdî xwendevana qonaxa 2’em a xwendingeha amadeyî, bi sebeba hejarî û xêzaniya malbata xwe û herweha nerazîbûna bavê wê bo berdewamiya xwendinê, di odekî de bi riya daliqandinê dawî bi jiyana xwe anî.

Bi gotina xizmekî ji malbata keça xwe kuştî; bavê Perîsayê tu dahata wî nîne û bi tenê debara jiya xwe û malbatê dike.

Jêderek jî dibêje: keçeke din a wî malbatî ji li zanistgehê dixwîne. Eva di demekê de ye ku rewşa îro ya Îranê, dabîn kirina debara jiyanê û mizaxteyên zanîngehan, gellek bi dijwar kiriye.

Xwe kuştin li Serdeşta Rojhelatê Kurdistanê li gor bajarên din, zêde ye. Hewla xwekuştina nûciwanekî 16 salî ê binavê Rêbwar (li pêştir ji mehek beriya niha), mînakek bo wê bûyerê ye lê ew di kuştina xwe de bi ser neket.

Karzanên karûbarên civakî, li ser vê baweriyê ne ku hejarî û xîzanî, sedemên sereke yên xwe kuştina hemwelatiyan li Îranê tên hejmartin, bi awayekî ku ambargoyên aborî û bêkariyê, zedebûna xwekuştinan li wî welatî, ji caran zêdetir kiriye.

\"23574.jpg\"