Xwendekarekî Serdeştî dawî bi jiyana xwe anî

21:54 - 8 Çirriya pêşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Ciwanekî 19 salî bi sedemeke nediyar di hewleke xwekujiyê de, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gora nûçeya ku gihaye ajansa nûçegihaniya Kurdpa, xwendekarekî zankoya Azad ya Îslamiya Serdeştê bi navê Bêhnam Ferxepûr, bi demançeyê dawî bi jiyana xwe anî.

Peyamnêrê Kurdpa ragehand ku: “Bêhnam piştî vê ku demançeyê ji kesekî din werdigre, xwe bi matorsîkletê digehîne daristanên derdora gundê “Feqê Xidiriyan” û li wir bi gulleyekê dawî bi jiyana xwe tîne.

\"28767.jpg\"
Bêhnam Ferxepûr
Termê navbirî ji Çarşemiyê ve di nexweşxaneya bajarê Serdeştê de hatiye ragirtin, û heya niha jî ku em vê nûçeyê amade dikin, radestî malbata wî nehatiye dayîn.

Hêjayî basê ye ku ji sala borî ve heya niha rêjeya xwekujiyê li bajarê Serdeştê de rû li zêdebûnê kiriye, bi awayekî ku wekî nexweşiya Dirmî pênase jê re hatiye kirin.

Gellek ji karnasên warê civakî, zêdebûna zextên civakî wekî sedemazêdebûna rêjeya xwekujiyê bi nav kirine.