Xwendekarekî Kurd yê xelkê bajarê Qezwînê hate kuştin

14:52 - 22 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd yê xelkê bajarê Qezwînê bi sebebek nediyar bi destê kesên nenaskirî hate kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê berwar 21’ê Hezîrana 2013’an Welatiyek kurd yê xelkê bajarê Qezwînê binavê “Ehmed Cinîkanlû” kurê “Hacî Mihemed” di nava dawetekê de bi derba kêrê û destê çend kesên nenaskirî hate kuştin.

Li gor gotina şahidan, Ehemd Cinîkanlû li dema birêveçûna dawetekê li Gundê Soltan Abad ya Qezwînê ji aliyê çend kesan êrişî ser wî hatiye kirin û piştî demekê canê xwe ji dest daye.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê bikujên navbirî nehatine girtin.