Xwendekarekî Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hat veguhestin

16:21 - 11 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd li Pîranşara Rojhilatê kurdisytanê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve, hat binçavkirin û bo cihekî nedira hat veguhastin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja şemî 10 gulanê, welatiyê Kurd yê bi navê Nasir Elînijad, xwendekarê zanîngeha Gîlan û xelkê Pîranşarê, li mezela şexsî ya wî de hat binçav kirin.

Bi gotina çavkaniyeke agah a nûçeyan, hêzên ewlekarî dema binçavkirina navbirî de, hejmarek kelûpel û kampûtera şexsî ya wî jî dest bi ser de girtine.

Tê gotin, Nasir Elînijad bi tometa alîkarîkirin li gel partiyeke opozisyona hikûmeta Îslamiya Îran, hatiye binçav kirin.

Ew ciwanê Kurd xwendekarê nîvsala 6`em a beşa Endaziyariya Çavkaniyên Xwezayî, li zanîngeha bajarê Gîlan a Îranê bû.

Pêştir jî welatiyekî Kurd yê bi navê Mecîd Qulîzade(32) li Çaldêranê, bi heman tometa jor amaje pê hatî kirin, ji aliyê hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamî ya Îranê ve hatibû binçavkirin.

Gorî Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurpa, piştî Newroza evsal heya niha, 22 hewelatiyên Kurd ji aliyê hêzê ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatine bin çavkirin.