Xwendekarekî Kurd dawî bi jiyana xwe anî

19:09 - 4 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd li zanîngeha Meraxe ya welatê Îranê, bi xwarina heban dawî bi jiyana xwe anî. Piştî qezaya terafîkê, xwekuştin li Îranê di pileya duyem de ye.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan xwendekarekî bajarê Tikab a rojhilatê Kurdistan, bi navê “Suhêl.M” bi xwerina heban bi emd, dawî bi jiyana xwe anî.

Bi gotina xwendekarekî zanîngeha Meraxeyê, otopsî (pizik qanûnî) sedema mirina wî ciwanî, xwarina zedeya heban dabû diyar kirin.

“Suhêl. M” xwendekarê peymangeha werzekarî bû û rîşeya baxevan li zanîngehê dixwend.

Hêjayê gotinê ye di çend salên borî de, hejmara xwekuştina xwendekaran li Îranê nemaze Kurdistanê roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçe. Beriya ni hah bi çend rojan li Mehabad rojhilatê Kurdistanê, dîsan xortekî Kurd ê bi navê “Pêjman Paknezer” bi rêya daliqandinê dawî bi jiyana xwe anî.

karzanên pirsên perwerdeyî ser wê baweriyê ne ku sîstema Perwed û Hînkirina Îranê yek ji sedemên serke ên xwe kuştina ciwanan li wî welatî tê hesibandin.

Sala 2013’an, wezareta zansit a hikûmeta Îranê ragihandibû: Li hersalekî bi awayekî navînî, nêzî 4 heazr xwendekaran xwe dikujin.

Her li wî welatî, li her 30 haletên xwe kuştina xwendekaran, 8 halet kur û 22 halet jî keç in.