Xwekuştina jin û mêrekî li bajarê Seqiz û Dêwlan

19:42 - 7 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Jin û mêrekî kurd bi sedema arîşeyên hejarî û civakî ve li bajarê Seqiz û Dêwlanê dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, roja Sêşem 12’ê Xezelwer, jinek bi navê Leyla temen 27 salî, li yek ji kolanên bajarê Seqizê, di nav mala xwe de, xwe darvekir.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, navbirî ku akinciyê taxa çarêya Azad a bajarê Seqiz bû, bi sedema arîşeya aborî û hejariyê dawî bi jiyana xwe anî. Leyla dayîka du zarokên temen 7 û temen 12 salî bû, û di mideha wan çend salên derbazbûyî de, hevjîna wê di bidestveanîna bijîwa jiyana malê de, tûşî arîşeyan bûye.

Ji aliyekî din ve bi sedema arîşeyên civakî di gundê “Kirûndan” a ser bi bajarê Dêwlan de, kesekî bi navê “Xebat” dawî bi jiyana xwe anî.

Xebat ku bavê du zarokan bû, roja Duşemiyê xwe kuşt. Nûçe bas ji vê dikin ku Xebat bi sedema vê ku tevî zirbabê xwe arîşeya aborî hebû, bi awayê darvekirinê dawî bi jiyana xwe anî.