Xurasan û Kurd 2

19:49 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2013
Unknown Author
kakşar Oremar

Ji ku, ber bi ku?

Ji çaxê Sefewî û heta beriya wan jî ci bicihkirin an jî sirgûnkirina komên etnîkî li Îranê wekî ‘rêbazeke siyasî’ awayekî hikûmdariya siyasetmedarên îranî bûye. Qacarî, Pehlewî û heta rejîma Xumeynî jî li Kurdistanê siyasetek wiha berdewam kirin.

Piştî têkçûna împaratoriya Sasaniyan, navenda têkoşînê li dijî erebên dagirker Xurasan bû. Xelîfên ereb li dijî azadîxwazên îranî hemû şêwe û rêç diceribandin. Ji hêlekî ew bi hemû derfetên xwe li dijî îraniyan disekinîn û ji hêla din ve jî qebîle û neteweyên cîran jî teşwîq dikirin ku li dijî îraniyan şer bikin û bi rihetî bikevin nava sînorên axa wan. Ozb ek bi riyên wiha bû ku rihet diketin nava bajar û gundên bakurê Îranê. 

Siyaseteke wiha tevlihevkariyê heya çaxê tesbîta desthilatdariya Sefewiyan li Xurasanê berdewam bû. Ji hêla din ve jî li sînorên rojavayê Îranê osmanî pir bi hêz bûn û li dijî serxwebûna Îranê û bihêzbûna Sefewiyan bûn. 

Di rewşeke wiha hesas de Şah Ebbasê Sefewî karî bi mezin û giregirên kurd re li herêmên Urmiye, Mako, Xoy, Selmas û derdora Mehabadê re rûne û wan razî bike ku bi armanca parastina sînorên bakurê Îranê ber bi Xurasanê ve koç bikin.

Ji sala 1598’an heya 1602’yan zayînê kurdên herêmên navbirî ber bi başûrê Rêy yanî deşta Veramîn koç kirin. Piştî du salan ji bo şerê li dijî Ozbekan bi qasî 50 hezar malbatên kurd karibûn xwe bigihînin bakurê Xurasanê. Cihê ku îro kurdên xwecih wekî ‘Kurdistana Xurasanê’ yan jî ‘Kurdxane’ bi nav dikin.
 
Sefewî û faktora ol

Di dirêjahiya dîrokê de padîşah û hakimên dagirker li Kurdistanê ji faktora ol û mezheb sûd sitandine ku jiyana xwe ya desthilatdariyê domdirêjtir bikin. Carna pê re kurd berdane canê hev û carna jî li dijî neteweyên din û ji bo armancên xwe yên siyasî kurd kirine amrazên destê xwe. Lê di dawiyê de kurd nebûne xwediyê tu tiştekî. Yanî ked û paletî ji wan re, mîrî û padişahî jî ji dagirkeran re bû.

Dîroknivîsê navdarê kurd Kelîmulah Tewehudî di hevpeyvîneke xwe de der heqê Sefewiyan de wiha dibêje: “Sîlsîleya padîşahiya kurdan a dawiyê sîlsîleya Sasanî bû ku di çaxê hatina ola îslamê de ji Cezîret elereb (Erebistanê) de bi rê ket. Ev sîlsîleya kurdan ku ji nav çû, serxwebûna Îranê jî ji nav çû. Ereb ji başûrê rojavayê Îranê bi rê ketin û hatin û ketin pişka rojhilatê Xurasanê jî. Ji ber ku serxwebûna Îranê bi hilweşîna sîlsîleya Sasaniyan re ji dest çû, hinek qewmên tirk di sedsala 4’an de hatin Xurasanê û sîlsîleya Xeznewiyan pêk anîn û pê re jî sîlsîleya Selçûqiyan pêk anîn. Wê demê Teymur Leng jî hat û di dawiyê de vana hatin gihîştin sînorê Hemedan (Hegmetan)ê. 

Li Hemedanê di navbera wan û kurdan de şer qewimî û kurdan destûr nedan wan ku bikevin nava axa Kurdistanê. Ew çûn ji riya Azerbaycanê ketin nava axa Tirkiyeya îro û di sedsala 5’an û 6’an de bi temamî desthilatdariya xwe li wir damezirandin. Ev rewş berdewam bû heya sedsala 10’an. Şah Îsmaîl Sefewî ku ji malbateke kurd û nifşê wî ji kurdên
Sencarê ye, karî careke din piştî 900 salan serxwebûna Îranê bi dest bixe.

Yek ji karên nû ku malbata Sefewiyan li hemberî osmaniyan ku bi riya ziman, nivş û dîn digotin ‘em xelîfeyên îslamê ne’ kirin, ew bû ku wan jî gotin em jî ewladên îmam Mûsa Kazim in. Bi vî rengî wan ji xwe re şecerename çêkirin û gotin ger hûn xelîfe ne, em jî ewladê Mûsa Kazim in.

Ev di halekî de ye ku li gorî dîtina dîrokê ev tiştê hanê hatiye redkirin û nayê pejirandin. Hatiye îsbatkirin ku nivşê malbata Şah Ismaîlê Sefewî ji kurdên Sencarê ye û ewladên Fîrozê Meşriqî Zerînkela ne.“
 
Sedemên din

Padişahên Sefewî di dîrokê de ji ber bêrehmî û sirgûnkirinê naskirî ne. Ji xeynî parastina sînorên bakur û rojhilatê Îranê, wan xwestin li rojhilatê Kurdistanê jî dubendiyên di nava kurdan de durist bikin. Xan û begên kurdan gelekî caran li dijî wan serî hildan ku yê herî naskirî Emîrxanê Lepzêrîn bû. Bi vî awayî ew gihîştin armanceke xwe ya din jî ku kêmhêzkirina kurdan bû. Çimkî xwestekên kurdan ne li gorî heza wan padîşahên dîktator bû. Ji serdema Sefewî heya serdema Pehlewî kurdên Xurasanê ji dayîna maliyatê hatibûn efûkirinê. Ev kar wekî qanûneke ji çaxê Sefewiyan mabû.

Dema Sefewî hatin ser kar û xebata xwe ya ji bo parastina sînorên ‘Îraneke serbixwe’ berfirehtir kirin, împaratoriya Osmanî gelekî bi hêz bû û xwe wekî nûnerê hemû misilmanên cîhanê bi nav kiribû. Wan jî mîna ereban li dijî Sefewiyan ji Ozbekan (ku sunnî û ji hêla etnîkî ve ji xwe dihesibandin) xwestin ku li sînorên bakur û rojhilatê Îranê li dijî wan şer bikin.

Di destpêka sedsala 16’an de rewşa kurdan di destê du imparatoriyên Osmanî û Sefewî de encameke pir xerab hebû. Hingî li pey şerê Çaldiranê (1514z) Kurdistan bû du parçe. Li Îranê li dijî vê rewşê mîrê kurd Emîrxanê Lepzêrîn di sala 1610’an a zayînî de serhildana Kela Dimdim bi rê xist. Ew li dijî guherandinên demogirafiyê li herêma jiyana xwe bû ku ji hêla Sefewiyan ve li rojhilatê Kurdistanê dihat meşandin...
(Dê bidome)