Xortekî Serdeştî dawî bi jiyana xwe anî
14:19 - 23 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Xortekî xelkê Nelas a Serdeştê bi sedema pirsgirêkên malbatî ve dawî bi jiyana xwe anî.
Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li gundê “Helo” ya ser bi şaredêya Nelasê, xortekî kurd bi navê Mihemed Edlî ê 27 salî li hewlek xwekujî de jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyek haydar basa vê kir ku ev xortê han, bavê zarokekê bûye û bi sedema pirsgirêka malbatî vex we daliqandiye.
“Elî” bavê wî xortî jî bi tawana kuştina kesekê li girtîgeha nawendî ya bajarê Urmiyê de destbiser e.
Amar û nûçeyên xwekujiyê li ser bêkarî û çendîn kirîzên din li Kurdistan û Îranê li halê xurtbûnê de ne.
Rêjeya xwekujiyê li Îranê di van salên dawîn de bi hejîner û cihê sosret û heyrîmanê tên zanîn, bi awayekê ku tenê li sala 1393’an de nizîk bi 4 hezar kesan li Îranê de dawî bi jiyana xwe anîne.
Li gor karnasên civakî, hejarî, betalî, sunetîbûna civakê û valahiya civaka medenî û gelek sebebên din ji van sedeman in ku dibin palner daku hevwelatî dest bidin xwekujiyê.
Li gorî vekolînekê ku li Îranê de hatiye encampdayîn, her roj di Îranê de zêdetir ji 20 kesî hewla xwekujiyê didin, ku ji vê rêjeyê jî 13 kes serkeftî dibin.