Xirabiya rewşa girtiyên siyasî di Îranê de, aliyên curbicur anîn ser xet

21:47 - 28 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Nûçegihanên mafê mirovan ên ser bi rêkxistina “NY”, derheq bi xirabiya rewşa axlemiya girtiyên siyasî bi sedema destpêranegehiştina bi dermanên hewce, hoşdarî dan.

Di rapora Nûçegihanêt mafê mirovan ên ser bi rêkxistina “NY” de hatiye ku, berdewambûna binçavkirin û rêgirtina ji destpêragehiştina derman û kelûpelên pizişkî, bûye gefek liser saxlemiya girtiyên siyasî û tenanet hinek ji wan girtiyan di bin gefa mirinê de ne û gerek bi lez bên dermankirin.

Navenda navbirî serbarê vê ku navê piraniya girtiyên siyasî ên Îranê di daxûyaniya xwe de bas dike, radigehîne ku guhnedana rayedarên Îranê bi rewşa girtiyên siyasî nahê qebûlkirin, jiber ku bi vî rengî Komara Îslamî biryarnameyên navnetewî binpê dike.

Lê hewceyî basê ye ku di raporê de tu basek ji girtiyên siyasî ên Kurd nehatiye kirin ku di rewşek nebaş ya saxlemiyê de ne.

Her di vê derheqê de 60 mamostayên zanîngehê li welatê Amerîka û Kanadayê, di nameyekî de ku bo serkomarê Îranê Hesen Rûhanî nivîsandine, nêgeraniya xwe li hember rewşa nebaş ya girtiyên siyasî di Îranê de nîşan dane û ragehandine ku, gerek bi lez bikewin bi çavedêriyên pizişkî de.

Wajûkerên nameyê ragehandine ku, serbarê vê ku Komara Îslamî soz daye ku girtiyên siyasî ên nesax bikarin ji derman û îmkanatên pizişkî mifahê bisitînin, lê tê xûyakirin ku rayedarên girtîgehên Îranê, bi bizanebûn rêya destpêragehiştina girtiyên siyasî bi derman û îmkanatên pizişkî digirin.

Ew 60 mamostayên zanîngehê di nameya xwe de navê gellek girtiyên siyasî anîne ku rewşûa saxlemiya wan ne baş e, lê dîsan jî tu basek ji girtiyên siyasî ên Kurd nehatiye kirin ku rewşa saxlemiya wan ne baş e.

Eva jî bûye sedema nerazîbûn û dilgiraniya çalakên siyasî ên Kurd li Îranê û derveyî Îranê, jiber ku gelek girtiyên siyasî ên Kurd ên weke “Mihemmed Sidîq Kebûdwend û EfŞîn Sohrabzade û Zeyneb Celaliyan, di girtîgehên Îranê de hebsin û rewşa saxlemiya wan ne baş e û tenanet egera vê yekê heye ku jiyana xwe jidest bidin.