Xewna Xumeynî - Dana Newzer

21:13 - 21 Gulan 2015
Unknown Author
Dana Newzer

Demekê beriya şoreşa îslamî ya Îranê, Ruhulla Mistefa Xumeynî ku piştre wek Îmamê Xumeynî hat naskirin, xewnekê dibîne.

Di xewna xwe de, Xumeynî di gorê de tê veşartin. Lê kevirek parsûyên wî diêşîne. Îmamê Elî tê kevir dertîne û wî ji êşê xilas dike. Yek ji dostên Xumeynî bi navê Ayetulla Kişmîrî vê xewnê wiha rave dike ku nîşana çûna şah û serketina şoreşa îslamî ye!.

“Oldar naxwazin desthilatê bidest bixin”, “Kesên bawer dikin ku divê oldar ji desthilatê dûr bin, dijî berjewendiyên Îranê ne û jîngehê jehrdar dikin.” Ev herdu daxuyaniyên pirr cuda û hevdij daxuyaniyên avakerê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulla Xumeynî ne.

Daxuyaniya yekemîn ya wê demê ye ku Xumeynî li Parîsê penaber bû. Daxuyaniya duyem jî şeş mehan piştî serketina şoreşa îraniyan li dijî şah e. Di navbera herdu daxuyaniyan de, tenê salek heye.
Şoreşa îraniyan li dijî şah ne şoreşeke îslamî bû. Lê Ayetulla Xumeynî bi jîrî û zîrekiya xwe karibû dîrokê binivîse. Xumeynî tenê yek ji serkirdên şoreşê bû. Lê bi hêdî dijminên xwe yên sereke yeko yeko şandin mal, goristan û zindanan!.

Xumeynî di nava 5 salan de, Partiya Tude ya Komunîst, Micahidînên Xelq, kurd û sunî lawaz kirin û komara wîlayeta feqî li ser mezhebê şiî yê 12 îmamî damezrand. Li Îrana îro, tenê Xumeynî û mîrata wî mane û yên din yan li goristan û zindanan e û yan jî li derveyî Îranê bendewariya wê rojê dikin ku li ser pişta tankên Amerîkayê vegerin Tehranê!.

Lê tiştê ku vêga diqewime, berovajî bendewariya neyarên komara îslamî ya Xumeynî ye. Vêga çar paytextên erebî yên mezin Şam, Beyrût, Bexda û Senaa, bûne destexwişkên Tehranê. Artêşa Pasdaran ku berhema xeyaldana Ayetulla Xumeynî ye, rasterast yan bi rêya wekîlên xwe li wan deveran amade ye.

Di sala 2008 de, Hizbullaha libnanî bi serokatiya Hesen Nesrulla ku wek “Xumeyniyê Ereban” jî tê naskirin, di nava çend saetan de Beyrûta paytexta Libnanê dagîr kir. Tevî ku dûre hêzên xwe kişand jî, lê karibû wê nameyê bigihîne hemû neyarên xwe ku gotina pêşî û dawî li ba “Xumeyniyê Ereban” e!.

Dûre jî Nesrulla karibû hikûmeta hevalbendê Erebistana Siudî Seid Herîrî hilweşîne û bi hevpeymaniyeke zîrek bi mesîhiyan re, hikûmeteke nû dirust bike ku Hizbullah tê de serdest e.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re jî, eskerên Artêşa Qudisê bi navê parastina “Meqamê Zeyneb xatûnê” û mezargehên pîroz yên şîeyan ber bi Sûriyê ketin rê û bûn beşekî sereke yê şerê parastina Şamê. Îran bê tirs û pirs û bi eşkereyî nûçeyên kuştina serkirdên xwe yên mezin li Şam û Helebê belav dike.

Tevî ku Îran dibêje serkirdên wê yên leşkerî wek şêwirmendên serbazî li Sûriyê ne, lê zelal û diyar e ku eger ne ji Îran û Hizbullahê bûya, artêşa parçebûyî ya Beşar Esed nikaribû li ber xwe bide.

Li Yemenê, Tevgera Hûsî ku pirraniya serkirdên wê Zeydiyên şîe ne, li navçeyên çiyayî yên eyaleta Seide bi salan li dijî hikûmetê şer kir. Piştî Bihara Erebî û şoreşa Yemenê, Hûsî bûn beşek ji hêza milet li dijî serokê berê yê Yemenê Elî Ebdulla Salih.

Tevî ku Hûsî pêlekê bûn hevalbendên hêzên şoreşger, lê di dawiya sala 2014 de rewşa aloz ya Yemenê bikar anîn û di demeke kin de dest xwe danîn ser bakurê Yemenê û Senaaya paytext. Niha jî balafirên Îranê her roj çek û teqemeniyên sivik û giran digihînin wan.

Li Iraqê jî, piştî sala 2003 û ketina Sedam, şîeyên Iraqê ku pirraniya wan hevalbendên stratejî yên Îranê ne, bûne xwediyê pêgeha yekem li Iraqê. Îran bi rêya hevalbendên xwe yên siyasî siyaseta Iraqê zeft kir û bi rêya mîlîsên mîna Bedr û Sedr sergêjiyeke herî mezin ji Amerîkayê re afirand.

Vêga jî generalê naskirî yê Artêşa Qudisê Qasim Silêmanî fena rêveberê giştî yê mîlîsên şîe yên Iraqê tevdigere û ji wezîrê bergeriyê yê Iraqê bêhtir agehdarê rewşa ewlekarî ya Iraqê ye. Wek dibêjin, wan Hewlêr ji êrişa DAIŞê parast û wêneyên maçkirin û hemêzkirinên wî nêzîkî Celewlayê belav bûn û li Tikrîtê jî serdariya êrişa 30 hezar esker û Heşda Şeibî ya şîeyan li dijî DAIŞê kir.

Îran şaxên xwe vedide û kartêkirina xwe zêdetir dike. Îsraîl, Amerîka û Ewropa li ser awayê reftara bi “bombeya atomî ya çaverêkirî” re nakok in. Cemserên siyaseta sunî jî, Tirkiye, Misr û Erebistana Siudî ji ber cudahiyên wan yên kûr yên siyasî û îdeolojî li hember berfirehbûna Îranê bêdeng in.
Hemû alî li wê rastiyê mikur tên ku ji niha û bi şûn de şer bikin yan danûstandinan bikin, reftarê bi Îraneke bihêztir re dikin.
Xewna Xumeynî ew e ku şoreşa xwe ya îslamî bihinêre dûr û nêzîk. Wî bixwe nikaribû vê xewnê bicih bîne û di hewldana yekemîn de di şerekî heşt salî bi Iraqê re werbû(ket û belav bû).

Lê îro her roj paytexteke erebî wêneyên Xumeynî bilind dike û girêdana xwe bi hizrên wî re nîşan dide. Wek Cîgirê Serokê Hizbullahê Şêx Neîm Qasim dibêje: “Îmam Xumeynî xewna pêşiyên xwe pêk anî, emê jî xewna wî pêk bînin!”  

Nîşe: Ew nivîs dîtingeha nivîskar e û ajansa Kurdpa berpirsayetiya vê napejirîne