Xelkê gundê Nêy, jibo şermzarkirina biryara dadgeha Merîwanê Îzayan kom dikin

14:18 - 20 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Xelkê gundê Nêy a ser bi bajarê Merîwanê bi armanca şermzar kirin û nerazîbûn li derhq biryara dadgeha bajarê Merîwanê, dest bi kom kirina Îmzayan kirine.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa: roja Înê berwar 19’ê Nîsana 2013’an xelkê gundê Nêy bi armanca nerazîbûn li hember biryara dadgeha bajarê merîwanê li derhq derkirina hukmê kirine ber a kincên Jinan bo keseke tawanbar, nêzîk bi 1000 îmza kom kirin.

çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: Piraniya îzakerên vê mijarê,welatiyên bajarê Merîwanê bûn ku seva nêvja roja Înê hatibûnê mizgewta gundê Nêy.

roja duşem berwar 15’ê Nîsanê welatiyek binavê “Tufîq Xoşnavaz” naskirî bi “Dabaşî”ji aliyê hêzên Întizamî û pêka dadgeha Komara Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê bi kincên Jinan di nava Kolanên bajêr de hat gerandin.

Piştî wî karî û bêrêzî kirn bi kesayetiya Jina Kurd, jinên vî bajarî dest bi xwenîşandanekê kirin.