Xelata fîlma Kurdî bi derhînerekî Kirmaşanî hate dayîn

20:23 - 9 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Dewrana fîlma Kurdî ya Londonê îsal xelata taybetî ya pêşbaziyan da derhînerekî ciwan ji Kirmaşanê.

Li ser bingeha raporên ku gihane Ajansa Nûçeyan ya Kurdpa, fîlma kurt ya “û niha jî mirov” bi derhîneriya Îrec Mihemedî di nehemîn dewra festîvala fîlmên Kurd di Londonê de hate pêşwazîkirin û xelata taybetî ya heyeta daweran bi dest xist.

\"29138.jpg\"
Îrec Mihemedî، derhîner
Vê enîmeyşina pênc deqeyî hevdem karîbû ku xelata pêncemîn pêşbaziya fîlmên kurt yên bibîranîna Yelmaz Gunay wergire.

Îrec Mihemedî jidayîkbûyê Gelawêja sala 1353’an e, ku di sala 1370’î de karê fîlmhilgirtinê dets pê kir.

Navbirî di sala 2013’an de jî bi fîlma kurt ya “Qî Qû” li heştemîn dewreya fîlmên Kurd li Londonê de, û çarem dewra pêşbaziya fîlma kurt ya bibîranîna “Yelmaz Gunay” a Londonê de beşdarî kiribû, û xelata taybetî ya heyeta dadweran wergirtibû.