Xelata “Berûya Zêrîn” bi hunermendê Îlamî re hate pêşkêşkirin

15:30 - 22 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Hunermendekî bajarê Îlamê, xelata taybet bi rêûresma şeva “Yelda” ya li bajarê Merîwanê, bo xwe misoger kir.

Ligorî rapora gehiştî destê ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê, şeva derbazbûyî li Merîwanê, Çeremîn rêûresma şeva Yeldayê, ji aliyê nawenda çandî ya “Vejîn”ê ve hate lidarxistin.

\"29211.jpg\"
Elî Dûstfelahetî
Di vê rêûresmê de ku êvariya roja 30’ê Sermawezê li hola sînema “Kurdistan”ê birêve çû, “Elî Dûstfelahetî” xelata Berûya Zêrîn ji xwe re misoger kir.

Navbirî xwediyê 85 sal temnî ye û pitir ji 50 sal e ku Dûzelê lêdixe, û niha jî xanenişînikiyê îdareya Jînge ya bajarê Îlamê ye.

Hejayî basê ye ku di du salên derbazbûyî de xelata navbirî pêşkêşî “Hadî Ziya’edînî” û “Celal Melekşah” hatibû kirin.

Şeva yelda yekemîn şeva demsala Zivistanê û şeva herî dirêj ya salê ye û, hevdem boneyek ostûreyî û kevnar ya gelên Rojhilata Navîn û bitaybetî gelên Îranê ye.