Xebat û Kedkariya Jina Kurd

15:05 - 3 Adar 2013
Unknown Author
Paşa Amedî

Jin mirov e lêbelê bi hest û zayendê ji mêr cûda ye. Bi hestyariya xwe pir qewiye û zaife jî.

Karên jinê pir e û  gelek hûner jê tên. Bi tena serê xwe qasê heft jinan karan dike,karên malê,karên çolê…

Jin dayîk e, jin bi hestên xwe dayîk e, pir bi rehme û dilovan e, pir jî bi fidekar e. Ji bo zarok û malbatê her dijwartî jê re ne xem e. Jin li gund sibê zû wexta ber bangê ve şûnda ji xewa şêrîn radibe, pez û dewarê xwe alif dike, mastê  xwe yê êvarê ku êvan kirî bû dike meşkê û dikê heta du sê meşkan, zarokên wê digrîn  ji xewê  radibe, berê ve yek dibê ez birçî me, yek dibêje ez tî bû me.. dayîk  him li zarokan mêze dike hêm jî  meşka xwe dikê ku bike dew, nivîşk, toraq.. aliyekê jî nivişk di nîn dide û dide zarokan.

Jin yan jî dayik serê sibê li zarokên xwe mêzedike paşî jî bi destên terikî ardê xwe hevîr dike, hevîr distirê û girikan çê dike, li ser arê  gur nan lêdixe û dipêje bîna nanê teze li der û dor dixe. Aliyek şivana bi rê dike, li  aliyek jî haziriya xwarina taştî û navroja paliyan dike, carna zarokê biçuk digrî dide pişta xwe û karê xwe wer dewam dike.

Tiştên xwe li kerê bar dike, zarokên xwe li paşhev siwar dike û yekî jî dide pişta xwe û peyatî dikeve rêya ziyanê. Li nava erd tiştên xwe dide ber siya girîşê sofre radixe û bangê mêrê xwe û palevan dike, tên xwarina xwe dixwin û bîna xwe vedigrin. Jin jî sofre û ferexa berhev dike û dide ber girîşê.

Jin dibe pale; Jin û pale bi hev re zeviyê diçinin û diçine, pirnarê(melû” hemêza digre dikşîne girîşê di germa nîvroya bi kela xwêdanê..avê dîne dide palevanan…zarok digrîn xwestinê wan dine cîh û dihewîne, zarokên xwe haş dike. Jin bi lez û bez karên xwe dewam dike bi sebir, bi kêf û zehmetî…. Nîvro dibe nimêja xwe ya nîvro dike xwarina navrojê hazir dike dide palevanan.

Sekinî ji jinê re tuneye tim di heşê wê de pez, palî, şîv, çûyîna mal, bi heş û karê xwe dibe deh parçe.

Jin dibe berîvan; zarokê xwe li pişta xwe dike, satil û bîdonê (merkane) digre û dere beriyê bi saetan pez didoşe, satilê xwe tijî şîr dike bidonê xwe dike heqîwê barê kerê lê dike bi zarokê re dişîne mal. Tê ser paliya xwe karê xwe dewam dike.

Ber êvarê nîzeka mixurbê dîsa tiştên xwe tev dike zarok û tiştên xwe digre bi palevan re dikeve rêya mal, heta ku tên mal şev dibe tarî dikeve erdê. 

Êvarê pez, dewar, şivan tên mal. Herkes bi halê westiyayê xwe davêje mal karê jinê hîna jî dewam dike nivînan radixe, herkes derin ser cihên xwe bîna xwe vedigrin. Jin şîvê hazir dike dide ser ar/agir. Jin hetanî ku  dere nav terşên xwe pez û deweran didoşe tê hindir xwarin dikele û şîvê dixe ferexan, bangê zarokên xwe, mêr, xwesî û xenzurê xwe dike xwarina xwe tev bihev re dixwin,  şîva xweş û bi tehm. Di xwarinê de jin him xwarina xwe dixwe, û him jî pariyên nan dike devê zarokê xwe ku zarokên wê têr bixwin. Mezinên malê nimêja xwe dikin û radikevin.

Di dema raketine de kewanî hîna jî payî ye. Şîrê xwe dan dike dikelîne û dimeyine ji ber rojekê din. Ferayên xwe dişo, heta nîvê şevê karê xwe yê mal diqedine hîna tê ser cihê xwe li ber zarokan xwe dirij dike bi halê westiyayî û cangiranî ku zarok bişev negrîn û  lê ku zarok bihêlin wê xweş rakeve heta berbanga sibê.

Jina Kurd karkerên demsalê ye ji bo zarok û malbata xwe geh li ser pemiya, geh li ser findiqa, geh jî li ser bexçê narinca… Jina Kurd berê û niha li gund û ser erdan vanan dikir û dike di dema zivistan û havînê.

Jina Kurd niha jî îdî li mektebê bûye mamoste zarokan dide xwendin bi perwerdeya ol, çand, nasnameya xwe ya netewî dielimîne  bi hestyariya dayîkê.

Jina Kurd bûye doxtor li nexweşxanê, bûye parêzger  xwe û gelê xwe diparêze. Jina Kurd him li gund e him li bajêr e.

Jina Kurd bi xebat û karên xwe him karkere him karmend e, him canik e him bermalî ye. Jin êdî bûye xulamê xwe û gelê xwe. 

Jin kewanî û xwediyê mala xwe ye. Xwedê keda jinê berhewa nahêle, jin tova ku bi xwîdana canê xwe avdaye li her aliyê welêt de hêşin bûye. Hêvî û ronahiya pêşerojê di çavê jina Kurd de xuya ye û dibiriqe, bi saya xebata jinê wê rojekî roj li Kurdan vêkeve.