Xamineyî: Tu Êrîşek Bo Ser Îranê Bê Bersiv Namîne

14:12 - 11 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: serbarê hişyarî dan bi Tîlawîw û Waşingtonê, ragihand, emê bo her erîşek leşkerî wusa bersiv bidin ku ew welat li nav xwe de ji hev belav bin.


Nûçegihaniya Fars li ser zimanê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamineyî belav kir, xelkê Îranê bi tu awayekê li hember êrîşên leşkerî ên tu welatekê bêdeng nabin û mil bi mile hêzên leşkerî dê li hember dujminana de berxedanê bikin.

Xamineyî di koma Xwendekarên Zanîngeha Îmam Elî de ragihand, nerazîbûnên vê dawiyê yên xelkê Rojava eyankerê ji navçûna cîhana kapîtalîzm û nedadperwer e.

Bersiva Îranê dijkiriyarek bû li hember egera êrîşa leşkerî bo ser binkeyên etomî yên Komara Îslamî ên Îranê.

Welatên Rojava û Îsraîl li ser vê bawerê ne ku Îran hin nemaye ku bigîje çeka etomî.

Ji aliyek din ve Ajansa Navnetewî ya Hêza Etomî ragihand: “Me hinek zaniyariyên nû bidest xistine ku diyar dike çalakiyên etomî yên Îranê di pêxema bidestxistina çekên etomî de ye.”
Di rapora nû ya Ajansa Navnetwî de hatiye ku ligor ew dekoment û senedên berdest, Îran mijûlê bidestxistina çeka etomî ye û di gava yekem de jî hewla bidestxistin û çêkirina jimareyek ji alavên vê bombê daye.