Wilatiyek Kurd li encama teqeya hêzên eskerî de hat kuştin

16:04 - 9 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Wilatiyek Kurd li ser cadeya “Endîmişk” bi teqeya raste rast a hêzên Întizamî ên Komara Îslamiya Îranê hat kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê berwar 8’ê Şibata 2013’an hêzên Întzamî ên bajarê “Endîmêşik”li parêzgeha Xûzistanê, tirombêla wilatiyek Kurd ê bi navê “Muxtar Xatirî”dane ber destrêjê û li encam de navbirî hat kuştin.

Ew wilatiyê Kurd xelkê bajarê Kamyaran û xwediyê Jin û du zarokan bû.

Çend rojan berî niha hevwelatiyek Kurd ê xelkê bajarê Selmasê bi navê “Kamiran û Senar Ebdoyî”li rêya Zencan – Tewrêzê kevtine ber teqeya hêzên Întizamî ku li encam de bi xurtî hatin birîndar kirin.