Werzişvanekî Îlamî mîdalyaya zîv bi dest xist

20:26 - 30 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Werzişvanekî Îlamî di pêşbaziyên “Okînaway a Japonê” de pileya duyem bi dest xist, û karî medalyay zîv ya van pêşbirkêyan bi dest bixe.

Li gora nûçeyên ku hatine belavkirin, “Zebîhullah Pûrşîb” karatekarê xelkê parêzgeha Îlamê di dawî qonaxa lîga cîhanî ya karateya Wanê de, ku li bajarê Okînaway a Japonê de bi rê ve çû, karî pileya duyemîn a cîhanî bi dest bixe.

Ew werzişvanê Îlamî li kêşa jêr 84 kîloyî de, karî ku karatekarên “New zeland”, û Sirbistanê têk bişkîne, û medalyay zîw ya van pêşbaziyan di asta cîhanê de bi dest bixe.

Ew pêşbazî rojên 7 û 8’ê Sermawezê di welatê Japonê de bi rê ve çû.

Zebîhullah Pûrşîb sala 1367’an, di şaristana Şîrwan a Çerdawilî ya parêzgeha Îlamê de ji dayîk bû, û heya niha çendîn mîdalyayên cur bi cur di pêşbaziyên cîhanî de bi dest xistiye.