Werzişkarekî Kurd 2`emîn rekora cîhanê şikand

14:30 - 30 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Li Sineya Rojhilatê Kurdistanê, werzişkarekî Kurd di beşa mistlêdana bênavber bi kîsikê boksê de, rekora cîhanî şikand û bû qareman.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdap, Sêyêd Raşêd Husênî werzişkarê Kurd ê Sineyî, bi mistlêdana berdewam bi kîskê boksê di heyamê 12 saetan de karî rekorek bê mînak bi ser navê xwe qeyd bike.

Navbirî bi destxistina wî navî, ew 3 sal bûn temrîn dikir û jêr çavdêriya rahêner û pisporên zanistên werzişê da ev xebat dimeşand.

Ew duyemîn rekor li Îranê û Cîhanê de ye ku wî ciwanê Kurd bi dest xistiye.

Rekora mistlêdan bi kîsê boksê ji demjmêr 18:40 deqîqeyên roja pêncşemî 28` ê gulanê dest pêkir û demjimêr 06:40 deqeyên roja înê 29`ê gulanê bo heyamê 12 saetan bi dawî bû. Ew xebata werzişî li holeya Azadî ya Sine bi beşdariya berpirsên werzişa parêzgeha wî bajarî û hakimên sîpirê hat lidarxistin.

Pêştir jî payîza sala 2014`an, Sêyîd Raşid Husênî karîbû bi du dimbilên 5 kîlogiramî bi midetê 4 saetan û bê tu fol û xetayekî, 10 hezer û750 carî wan dimbilên bi wezne cî bi cî bike. Wî dîsa ew cure çalakiya werşzişî bo cara yekemîn li cîhan û Îranê bi ser navê xwe da sebt kirin.

Sêyîd Raşid Husênî sala 1992`an (1371), li Sineya Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Wî beriya niha bi 7 salan çalakiyên xwe yên werzişî destpêkir û di beşa bedenparêzî (perweriş endam) de têkiliyên xwe bi sîporê re xurt kir.