Werzişkarekî berê yê zaoranbaziya Îranê bû armanca gulleyan

14:23 - 9 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Kes yan kesên nenas li ser yek ji kolanên parêzgeha Kirmaşanê werzişkarê warê zaranbaziya tîma neteweyî a Îranê yê berê dane ber gulleyan, û navbirî bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Li gora rapora ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, roja Duşemiyê 16’ê Sermawezê li ser şeqama “şehîd Rostemî” Fereydon Qenberî zoranbazê berê yê tîma neteweyî a Îranê di kêşa 84 kg de, bû armanca gulleyên kesên nenas.

Ragehandinên navxweyî ên Îranê ji zimanê berpirsyarên nexweşxaneyê ve ragehandine ku rewşa endamê berê ê tîma millî ya zaoranbaziya Îranê di pêşbaziyên cîhanîên 2003’an de baş e.

Çavkaniya Kurdpa di pêwendiyeke telefonî de ragehand ku mixabin Fereydûn Qenberî di nav hemwelatiyên Kurd de, xwediyê navekî baş nîne, û gellek ji xelkê Kirmaşanê wî girêdayî bi bandên xwedî nifûz di hikûmetê de dizanin.

Kurdpa nikare li ser rastî yan nerastîbûna van îdiayan boçûna xwe eşkere bike.