Wêneyê Jinên li Hembêza Ehemdînejad de Melayên Îranê anîn ziman !

13:37 - 13 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Serokkomarê Îranê Mahmûd Ehmedînêjad dema ku beşdarî merasîma cinazeyê Hugo Çavêz kiribû, Dayîka Çavêz a 78 salî, Ehmedînêjad hembêz kir û bi ser Ehmedînêjad de giriya.

Rojnamevanan jî wêneyên wê hembêzkirinê kişandin. Weneyên han jî li Îranê bû sedema nîqaşê. Li gor zagona Îranê, ew hembêzkirin stawan e.
Pêşnivêjê olî yê bajarê Îsfahanê, di derbarê weneyê Ehmedînêjad de got: ‘‘Ciwan be an pîr be, mêr nikarin deste jinên namehrem biguvişin.

Çend Meleyên mezin yên Îranê bi tundî Serokkomarê Îranî rexne kirin.

Rojnameyên Îranê roja Sêşemê gotinên meleyên navenda olî ya Qumê belav kirin ku hembêzkirina dayîka Çavez ji layê Mehmûd Ehmedînêjad ve bi karekê “heram” binav kir.
Ehemd Xatemî pêşnivêjê bajarê Tehranê jî ev karê Ehmedînejad bi cihê şermê bo Îraniyan da zanîn û bi tûndî ew rexne kir.

Ehmedînêjad li heftîya bihurî çû Venezuelayê jibo beşdarîkirin li merasîma behîya Hugo Chavez.