Welatiyik Mihabadî ji aliyê hêzên ewlehiyê hate girtin

18:52 - 13 Çirriya paşîn 2013
ajansa Kurdpa: li doma prosa girtina welatiyên Kurd li herêmên Kurdistanî yên Îran, hêzên ewlehiyê welatiyik Kurd ji dewera Mihabadê hate girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdp, li rojên borî de welatiyik Kurd bi navê “ Yûnis Meirûfî” ji xelkê gundê “ Îndirqaş”a ser bi dewera Mihabad, li mala xwede ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê hate girtin.

Bi gotina kesên wir, hêzên ewlehiyê xêncî wekolîna mala Yûnis Meirûfî, navbirî jî dane ber kutan û bi ciyik nekivş raguhastine.

Hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê tawana vî welatiyê Kurd, alikarî kirina yekik ji partên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê ragihandine.

Tê gotin, ew riftara hêzên ewlehiyê sam û nigeranî xistiye dilê welatiyên li gundê Îndiqaşa dewera Mihabad.

Heya weşîna vê nûçe ji cê ragirtin û sernivîsa Yûnis Meirûfî çi zanyariyik çinine.