Welatiyekî sivîl yê kurd hat birîndar kirin
14:49 - 7 Gulan 2015
Ajanasa Kurdpa: Hemwelatiyekî Kurd li Kirmaşanê ji aliyê hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê hat birîndar kirin. Ew birîndar demildest rakirin nexweşxaneyê.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çarşemî 6 gulana 2015`an, hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta Îranê, li bajarê Nehawend a ser bi Hemedanê, bi gumana ku ew hemwelatiyê Kurd barên qaçax vediguhêze, gulleyan bi ser de direşînin û wî birîndar dikin.
Peyamnêrê Kurdpa li kamyaranê ew welatiyê Kurd bi Ferzad Şadî kurê Marif, xelkê gundê “Kawane” da nasîn û eşkere kir ku navbirî bi sedema giranbûna birînan, bi nexweşxaneya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhestin.
Ferzad Şadî bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hat birîndar kirin
Bo cara çendimîn e ku hêzên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, gulleyan bi ser hemwelatiyên sivîl de direşînin. Eva jî di demekê de ye ku welatiyên sivîl ên ku bûne goriyê hovêtiya hêzên hikûmeta Îranê, tu barên qaçax bi wan re nebûne.
Bi gotina Salih Nîkbext, gorî yasayên hikûmeta Îslamiya Îranê:” Kesê ajotkarê tirombêlê eger gumanbar be, destpêkê destûra sekinandina wî tê dayîn, bi dûre di egera nesekinînê de, lastîkên wesayîtê bi gulleyan armanc tên girtin û ajotvan jî tê binçavkirin.
Wî parêzerê Kurd îşare bi vê yekê jî kir ku hêzên leşkerî yên welatê Îranê tu car wan xalên yasayî di piratîkê de cî bi cî nakin.
Bi piştgiriya amarên fermî yên Navenda Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hêzên leşkerî yên Îranê bi awayekî rasterast gulleyan bi ser ajotvanan de direşînin ku heya niha bi vî awayî dehan kes hatine kuştin û birîndar kirin.