Welatî bi dilnermî tometbaran ji darê îdama Îranê difilitîn in

15:15 - 14 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku hikûmeta Îslamiya Îranê dilkevire û di asta herî bilind a estem û bêdadiyan de bi ser dibe, lê şêniyên wî welatî dil rehm û fedakar in. Zindaniyekî mehkûm bi qisas bi lêborîna malbata kesê hatî kuştin, ji darvekirnê rizgar bû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, zindaniyekî mehkûm bi darvekirnê ku 24 sal bû li zindana Cîroft a Îranê dima, bi razî bûna xwediyê xwînê ji mirinê û darê Îdam a Îranê filitî û jiyaneke nû pêkanî.

Nasnameya wî zindaniyê Kurd, Nêimet Yexçalî hat ragihandin ku bi tometa “Qetil û têkdana ewlekariya giştî” beriya niha bi 24 salan hatibû girtin.

Beriya niha bi çend rojan, zindaniyekî din li Selasa Bawecanî a Rojhilatê Kurdistanê ku bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin, dîsan bi karekî fedakarane ji aliyê kesên şakî ve li benikê îdam kirinê yê hikûmeta Îranê, hat rizgar kirin.

Îsmaîl Qenberî, havîna sala borî di qezayeke tirafîkê ligel endamekî Sipaha pasdaran a hikûmeta Îranê bibû sedema mirinê wî endmî.

Qisas (tolhildan) li yasaya hikûmeta Îslamiya Îranê bo cezayê qetla emd birê ve diçe ku xwediyê xwînê dikare kujer efû bike yan jî destûra kuştina wî bide.

Tenê di yasaya qisasê de bav bi kuştina kurê xwe nayê îdam kirin û divê diye(behaya xwînê) bide.