Miyandav; Şehab ​​Tevan bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê" 3 meh û rojek cezayê girtîgehê lê hat birîn

09:51 - 25 Çirriya pêşîn 2025

Berdewamiya pêvajoya dayîna cezayên dadwerî li dijî çalakvan û welatiyên Kurd de, Şehab ​​Tevan, welatiyekî Kurd ê xelkê gundê "Îbrahîm Ava" ya ser bi bajarê Miyandavê li rêkevta 30ê Rezbera 1404ana Rojî, ji aliyê taya 101 a Dadgeha Cezayê 2 a vî bajarî ve 3 meh û rojek cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Li gorî çavkaniyek ku ji Kurdpa re ragihandiye, taya 101 a Dadgeha Cezayê Hejmar 2 a Miyandavê, bi serokatiya Dadwer "Vilay", bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê" ji ber beşdarbûna di merasîma cenazeyê yek ji dayikên çend şehîdên bi destê Komara Îslamî de û axaftina bi çalakvanekî siyasî li derveyî welêt re, 3 meh û rojek cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Sibeha roja Yekşemê, 5ê Reşemeha, 1403an a Rojî, Şehab ​​Tevan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îdareya îtlaata Miyandavê ve bêyî hebûna belgeya dadwerî û di êrîşkirina bi ser mala wî de hate binçavkirin. Piştî mehekê ji binçavkirinê û veguhestina wî bo Girtîgeha Urmiyê, ew bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû berdan.
 
Di 17ê Rezbera 1404`an a Rojî de, Kurdpa ragihand ku şeş welatiyên Kurdên xelkê gundên derdora Miyandavê, ku berê ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve bi awayekî bereday û bê destûra dadwerî hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgeha cezayî ya bajêr ve bi tevahî 18 meh û 6 rojan cezayê girtîgehê li wan hate birîn.