Welatê Îranê yek ji mijarên leşkerî di sala 2017’an de ye
22:52 - 3 Şibat 2016
Ajansa kurdpa: “Eşton Kartêr” Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka ragehand ku Îran yek ji mijarên leşkerî di sala 2017’an de bo Amerîkayê ye.
Li gor raporên belavbûyî, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê roja Sêşemiyê 1’ê Subata 2016’an, piştî pejirandina bûdceya leşkerî a wî welatî ragehand ku; Welatê Îranê ji wan welatan e ku dibe reftarên wê bixine jêr çavdêriyê.
Di bûdceya leşkerî a îsal a Amerîka de, hatiye daxwazkirin ku welatê Îranê bi hûrî bixine jêr çavdêriyê de.
Reftarên hikûmeta Îranê di herêmên Rojhilata Navîn de û herwiha hebûna hêza leşkerî a wî welatî di nav welatên derdorê de, herwiha ev welatên derdorê nîgeran kirine û heyanî niha çend caran ji rejîma Îranê daxwaz kirin ku dawiyê bi destêwerdana xwe di nav kar û barên wan de bîne.
Herwiha pitştgiriya wî welatî ji hikûmeta Beşar Esed, Hizbullahê û alîkarîkirina girûpên tundrev yên herêmê, bûye sebeba hebûna alozî û pirsgirkên ewlehiyê di herêmê de.
Bûdca leşkerî a îsal a Amerîka li çav sala derbazbûyî ji sedî 35 zêde kiriye û eva jî bi sebebê berevenîkirina wî welatî li hember girûpên terorîstî weke DAÎŞ’ê û gefên Rûsiya ye.
Xeyrî gefên DAÎŞ û Rûsiya, Pêntagon belav kiriye ku Çîn, Koreya Bakûr û Îran metirsiyên leşkerî ne, li ser Amerîka û herwiha gef in bo jinavbirina ewlehiya cîhanê.
Bûdceya Pêntagonê ji bo îsal nêzî 585 milyard Dularî hatiye terxankirin, û eva jî bo vê yekê ku Amerîka hêza kontrolkirina zilhêzan di cîhanê de hebe, û herwiha bikare bixwe pîlanên ewlekariyê yên cîhanê dabirêje.
Li gor gotina Kartêr beşek ji vê bûdcê ji bo dabînkirina sîlah, şerê saybîrî, fezayî û êlêktirîkî hatiye terxankirin.