Merîwan; Ezîze Moradiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin

06:51 - 3 Kanûna pêşîn 2025

Roja Duşemê, 10 Sermaweza 1404`an a Rojî, welatiya Kurî a bi navê "Ezîze Moradiyan", 50 salî, xelkê gundê "Tengîser" a  ser bi Sine û rûniştiya bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev welatiya li cihê karê wê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî binçavkirin e.
 
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Telefona desta ya Xanim Moradiyan û hin tiştên wê yên şexsî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
 
Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Ji dema binçavkirina wê ve, Ezîze Moradiyan ji mafê hebûna parêzer, telefon û hevdîtinên bi malbata xwe re bêpar maye.
 
Ev welatiya Kurd du zarokên wê hene.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li ser sedema binçavkiria wê û tohmetên li dijî Xanim Moradiyan tune ne.