Şino; Bi girtina Hesen Şadîxa hejmara kesên ku li vî bajarî hatine girtin derket 2 kesan
13ê Sermaweza 1404an a Rojî, Bi binçavkirina “Hesen Şadîxa”welatiyê Kurd xelkê gundê “Sîngan” a ser bi bajarê Şinoyê, hejmara kesên ku roja Pêncşemiyê li vî bajarî hatine binçavkirin, gihîşte du kesan.
Pêştir Kurdpayê binçavkirina “Şiwane Êbrahîmî” welatiyê Kurd xelkê gundê “Alkawî” ya ser bi bajarê Şinoyê ragehandibû.
Li gor çavkaniyên agehdar ên Kurdpayê, sibeha roja Pêncşemî 13’ê Sermawez a 1404’an a Rojî, hêzên ewlehiyê bi tundî û bê biryara dadgehê êrîşî li ser malên van du welatiyan kirin û bo cihekî nediyar veguhestin.
Heya niha li derheq çarenivîsa van her du welatiyan de ti agahî nehatine bidestxistin.
Heya dema belavbûna vê raportê, sebebên binçavkirina van her du kesan nehatine ragihandin û hêzên ewlehiyê jî ti agahiyek li ser vê yekê nedane.
Ji aliyekê din ve, roja Sêşemî 11’ê Sermaweza a 1404’an a Rojî, Şehram Necarî, welatiyê Kurd ê temen 28 salî, xelkê gundê “Delû” û rûniştiyê “Diza Dol” a ser bi bajarê Urmiyê, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hewlên malbata wî ji bo zanîna çarenivîsa wî heta niha bêencam mane û heta dema belavkirina wê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirina wî û tohmetên li ser wî tine.