Berdewamiya binçavkirin; Nebûna agahî li ser çarenivîsa Ramîn Mihemedî û Mihemed Deştî berdewam dike
3ê Sermaweza 1404an a Rojî, du welatiyên Kurd ên bi navê "Ramîn Mihemedî" û "Mihemed Deştî" xelkê gundê "Alek" a ser bi bajarê Kamyaranê hîn jî di bin çavdêriyê de ne û çarenivîs û cihê wan hîn nehatiye zanîn.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev her du welatiyan ji dema binçavkirinê heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbatên xwe re bêpar mane.
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Tevî hewldanên şopandinê yên malbatên van her du welatiyên Kurd, tu saziyên ewlehî û dadweriyê li derheq rewşa wan de bersivek zelal nedane.
Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Nebûna agahî li ser çarenivîsa van her du welatiyan nigeraniya malbat û xizmên wan zêde kiriye.
Sibê roja Duşemî, 19ê Xezelwera, 1404`an a Rojî, Ramîn Mihemedî û Mihemed Deştî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî belgeya dadwerî bi tundî hatin binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Ev herdu welatiyên Kurd di salên dawî de çend caran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin.
Mihemmed Deştî, 33 salî, zewicî ye û du zarok hene. Ramîn Mihemedî jî 32 salî ye.
Heta dema belavbûna, li derheq sedemên binçavkirin û tohmetên li dijî van girtiyên siyasî de ti agahî tune ye.