Kamyaran; Bi inçavkirina Mihemed Deştî, hejmara kesên hatine binçavkirin gihîştiye du kesan
19 Xezelwera 1404an a Rojî bi binçavkirina Mihemed Deştî, welatiyekî Kurd ê xelkê Kamyaran, hejmara kesên hatine binçavkirin li gundê "Elek" a ser bi vî bajarî gihîştiye du kesan. Kurdpa berê nûçeya binçavkirina Ramîn Mihemedî weşandibû.
Sibeha roja Duşemî, 19 Xezelwera 1404an a Rojî du welatiyên Kurd ên bi navê "Ramîn Mihemedî" û "Mihemed Deştî", xelkê gundê "Elek" a ser bi bajarê Kamyaran, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundî bêyî belgeya dadwerî hatin binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Ev her du welatiyên Kurd di salên borî de jî çend caran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin.
Mihemed Deştî, 33 salî, zewicî ye û du zarokên wî hene. Ramîn Mihemedî jî 32 salî ye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedemên binçavkirin û tohmetên li dijî van girtiyên siyasî de ti agahî li ber dest nîne.