Wan: Parkek navê Ferînaz Xosrewanî li ser hate danîn

21:41 - 26 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Şaredariya yek ji meztirîn bajarên bakura Kurdistanê navê vê keça Mehabadî ku di bûyera Hotêla Tara de canê xwe ji dest da, li ser yek ji parkên vî bajarî danî.

Li gora rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Bajarê Wanê ji niha şûnda xwediyê parkekê dibe, ku navê Ferînaz Xosrewanî li ser hatiye danîn. Ferînaz Xosrewanî di Banemera îsal de bi awayekî biguman, li bûyera hotêla Tara de canê xwe ji dest da.

Parka Ferînaz Xosrewanî li yek ji şeqamên sereke ên bajarê Wanê hatiye danîn.

Ferînaz Xosrewanî temen 26 sal rûniştiyê bajarê Mehabadê bû, û bawernameya lîsansa kampiyoterê hebû.

Piştî vê bûyerê xwepêşandanên berfireh li Mehabadê û hin bajarên din bi rê ve çûn, û gellek kes birîndar bûn yan jî hatin destbiserkirin.