Vîrosa Anfiloanzayê di Kurdistanê de belav dibe

21:01 - 10 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Berpirsên tendirûstiyê di Kirmaşanê û Urmiyê de ragehandin ku 23 hemwelatî tûşî nexweşiya Anfiloanzaiya (H.1N1) bûne.

Îbrahîm Şekîba di gotûbêja xwe de, bi Nûçegihana “Fars” re got: Ku tûşbûna xelkê Kirmaşanê bi Vaîrosa (H.1N1) di vê rêjeyê de nîne ku dibistan wernrgiritn.

Ev nexweşiya her çiqas di nav heywanan de zêde be jî, lê ev nexweşiye ji bo însanan dikare bibe sebeba mirinê.

Herwiha di bajarê Bîcarê de jî derheq belavbûna vê nexweşiyê hişiyarî dane, û Wezareta Tendrûstiyê jî ji hemwelatiyan daxwez kirine ku maskê bi kar bînin.

Herwiha derbazbûyîna kirîzeke bi vî awayî di Kurdistanê de û bi taybetî di Kirmaşanê û Îlamê de di halekî de ye ku li gor gotinên berpirsên Tendirûstiyê, piraniya nexweşxaneyên wan du parêzgehan ji îmkanên tendrûstiyê bêparin.

Nîşaneyên vê nexweşiyê hereta zêde 38’c deye, êşa leş, ser êşî, koxika zêde û îshal ji nîşaneyên wê nexweşyê ne ku heya 3’ê an jî 5 rojî dirêj dike.