VERGERÊN CIVÎNA BÊ ALIYAN HATINE TOBÎXKIRIN

15:19 - 9 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Ragihanidinên nêzîk bi Komara Islamî daxuyandin, Vergerkarên Civîna Bê Aliyan hatine tobîxkirin.

Îro Wezîrê Derve di civîna Parlemantê de got: Berpirsên TV a ku ev axivîn bi şaş vergerandibûn, hatine tobîxkirin.

Elî Ekber Salihî Îdia kir he ma Tv’yekî ev axivîn bi şaş vergerandiye.

Wî li ser wê gotinên şiroveyek zaf nekir.

Roja Yekşembiya bihorî Zerxamî Îddia kir vergerandina wê peyvê a Behreyn lik dewsa Sûriye he ma şaşek vegotinî bûye.

Piştî heyamekî Şeş Endamên Welatên Kendavê û Behreyn daxwaza lêborînxwaziya Îranê ji Behreynê kirin.

Di dema bihorî de Emro Ruşdî daxuyandibû ku Mihemd Morsî çi gotinek sebaretî Behreynê di Civîna bê alîtiyê de nederxistiye hole.

Deng û Rengê Komara islamî ku li jêr Çavdêriya Xamineyî tê bi rêve çoyîn, 14 Kanalên giştş û 34 Kanalên Herêmî angu Parêzgehî hene ku hin ji wan Mahwareyî ne.