Veguhistina du girtiyên Kurd bo girtîgeha Mehabadê

20:42 - 8 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Du girtiyên Kurd ku ji aliyê Wezareta Îtila’ata bajarê Bokanê ve hatibûn binçavkirin, ji bo girtîgeha navendî a bajarê Mehabadê hatin veguhistin.

Li gora nûçeyên ku gihîştine nûçegihaniya Kurdpa, Kawe Selîmî û Hêmin Mewlûdî roja Duşemî 30’ê Çileya Pêşîn a 2015’an, ji aliyê Wezareta Îtila’ata Bajarê Bokanê hatine binçavkirin û demildest bo girtîgeha navendî a bajarê Mehabadê hatine veguhastin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Hirana, heta belavbûna vê nûçeyê, tu zanyareke derbarê zelalbûna sûçê wan du girtiyên Kurd nehatiye ber dest.

Berê jî Kawe Selîmî di meha Rêbendana sala derbazbûyî de, ji aliyê Îdareya Îtila’ata bajarê Bokanê ji bo heyama 27 rojan hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimte (wesîqeyê) hatibû azadkirin.

Kawe Selîmî 26 salî ye û endazyarê Kampiyûtirê ye û Behmen Mewlûdî jî 22 salî ye wênegêr û fîlmhilgir e.