Veguheztina ciwanekî Dîwandereyî bo zindanê

14:26 - 22 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê Dîwandereya Rojhelatê Kurdistanê, ji aliyê dozgeriya hikûmeta Îsalmiya Îranê li bajarê navbirî, piştî eşkere bûna hukmê wî, bo girtîgehê hat veguheztin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ciwanekî Kurd ê Dîwandereyî, bi navê Şaho Mehmûdî kurê Elî ku bi tometa çalakiya siyasî, bi 4 meh û niv heps hatibû mehkûm kirin, roja Şemiya borî, bo derbas kirin hukmê jêre hatî birîn, ji dadgehê birin bo zindanê.

Ciwanê navborî, Bihara evsal ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, li Dîwandereyê hatibû binçav kirin.

Şaho Mehmûdî bi tometa alîkarî kirin ligel partiyên Kurd ên opozosiyona hikûmeta Îslamiya Îranê, ji aliyê liqa 2’em a dozgeriya Înqilab a Sine ve, bi 4 meh û nîv zindan hatiye mehkûm kirin.

Ew çalakvanê Kurd piştî eşkere bûna humkê wî, roja şemiya hefteya borî ji aliyê dozgeriya bajarê Sine ve hat vexwendin û li wir bo zindana wî bajarî hat veguheztin.