Urmiye/ Jinavçûna çavkaniyên xwezayî li halê xurtbûnê de ne

14:02 - 25 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Pêvajoya agirberdanên ji lêrewarên bakûra Rojhilata Kurdistanê, pirsgirêkên mezin jib o jîngeha wê deverê pêk aniye.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li midehê 7 salên derbasbûyî de, pêvajoya jinavçûna çîrîngeh û daristanên Kurdistanê, li parêzgeha Azerbaycana Rojava de bi berhevdan li gel salên borî duqat bûne, ku agirberbûn bi yek ji sedemên sereke ên jinavçûna lêrewaran tê hejmartin.

Serperestê îdareya çavkaniyên surûştî yê parêzgeha Azerbaycana Rojava bas ji wê kiriye ku li encama xemsariyan de rêjeya agirberbûn û şewatê duqat zêde bûye, bi awayekê ku li meha Newrozê û Gulanê de çendîn haletên agirketinê li wê deverê de qewimîne.

Nûçegihaniya Mêhr ji zarê Rehman Wehabzade bas ji nebûna îmkanatên agirtemirandinê weke “Helîkopter” kiriye û daye zanîn ku rêjeya agirketina bi daristan û lêrewaran li gor salên borî gelek zêde kiriye.

Wî daye zanîn ku alav û îmkanatên agirvemirandin û kuntirolkirina wê pir kêm in û li vê parêzgehê de bersivder ninin.

Rûbera daristanên vê parêzgehê bi zêdetir ji 100 hezar hektaran tê payîn.

Li midehê du hefteyên derbasbûyî de, pêlên agir zêdeyî 10 hektar ji daristanên wir jinav birin û bi xweşî ve xelkê deverê rolek sereke li temirandin û kuntirolkirina wê de hebûne.