Urmiye/ Bi fîdakariya welatiyekî ew ji mirinê filitî

13:06 - 27 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bo cara yekem makîneya îdamkirina welatê Îranê, hemwelatiyek nedaliqand. Malbata kesê hatî kuştin, bendê darvekirinê ji stuyê tometbarê mehkûm bi qisasê derxist.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hukmê tol hildan (qisas) a kesê ku “S.T”kuştibû, birêve neçû û ji aliyê malbata kesê hatî Kuştin ve kujer(qatîl) hat efû kirin.

Ew malbat hefteya borî çûn nav zindana Urmiyê û bi karekî fîdakarane bendê bi darve kirinê ji stuyê kesê mehkûm bi îdamê derxistin.

Kujer beriya niha bi 5 salan, bi tometa Kuştina kesekî li zindana Urmiyê dima ku di encamê de bi Fîdakariya malbata kesê mirî, ew ji mirinê hat rizgar kirin û makîneya îdam a hikûmeta Îranê (vê carê) ji ewraz bi ser neket.

Pêştir jî malbateke bajarê Îlama rojhilatê kurdistanê, bi karekî fîdakarane, kujerk efû kiribûn û jiyaneke nu bi wî re wek diyarî anîbûn.

Zortirîn amara îdaman li welatê Îranê, pirsa bazeganîkirina madeyên hişber e, lê hindik waran de îdam kirin taybet bi şakiyan dibe ku dikarin hukmê îdamkirinê biguherînin û kujer efû kin.

Qisas li yasaya hikûmeta Îslamî de bi kuştina (bi emd )birêve diçe, lê xwediyê xwînê dikare ji qatil derbas be û bi bexşîna kujer ji mafê xwe bibihore.

Hêjayî gotinê ye, di hikûmeta Îslamî de bav (bab) bi hukmê kuştina kurê xwe nayê qisas kirin.

Îran yek ji wan welatan e ku zortirîn rêjeya îdaman tê de birê ve diçe û rexneya civaka cihanî bi xwe hiştîye.