Urmiye, dê bibe bajarek ferhengî?!

15:47 - 12 Kanûna Paşîn 2013
Unknown Author
Eskender Ceiferî
Ew riste, risteyeka dêrên Yekemîn yan jî dêrên çenemîn yên gelek ji nûçeghanîyan li heyva dawîn ya payîzê bû. Helbet ew gelek demên dirêj bûn ku dixwastin wî karî bikin û Urmiyeyê bikin bajarek ferhengî an bi gotina Kurmancî bikin çandî!

Tişteka balkêş ew e ku berpirsên me, di demekê de dixwazin wî bajarî bikin ferhengî, ku îdî di sedsalên 21\'an de ,cihek ji bo înkara hîç neteweyekê tune ye. Hekî bûna neteweyekê bikeve metrisî û jêr hereşeya înkarê, dê ew netewe, li civaka navneteweyî, li pey mafê xwe yê rewa biçe. Zêdebarî wê ku neteweya Kurd li Îranê, bi salan in ku bi destên rejîmên li pey hev yên paşvemayî û kevneşop, tê çewsandin û dîroka wan tê dizîn û namûsên wan wekî destkeft tên hildayîn, li Urmiyeyê jî ew yek bi ser xelkê wî bajarî de tê meşandin û ew meş li Urmiyeyê bi qasî zêdetir ji bajarên din bo ser xelkê heye û hereşeyê li xelkê dike. Renge karek ku li Urmiyeyê curm û sûç û şerim û şer bi Xwedê re ye, li parêzgehek din ya Kurdistana Rojhlatê wekî Sineyê wisa nebe û xelk bi hêsanî bikaribe kar û xebatên çandî û wêjeyî bike.

Bila em zaf ji basa xwe ya serekî dûr nekevin. Me got çand! Erê dixwazin Urmiyeya me bikin bajarek ferhengî. Ew jî kîjan ferheng?! Ferhengek ku ji neteweyekê tê dizîn û bi navê neteweyek din tê nivîsandin, dagîrkirin e û hukma wê jî, ji diziye kêmtir niye hêj înkara bûna neteweyekê û dizîna mîratên wan yên dîrokî û çandî ye.

Ferhengîkirna bajarê Urmiyeyê ji 150 salan beriya niha ve bi destên Qacaran û Şayê leinetkirî û dizê Islam diz yê edil nenas, Urmiye nebûye çandî, hêj bingehên çandî yên wî bajarî ên zengîn, sist kirine û dike. Niha ku neteweya Kurd li rex tenişta neteweya mêvan ya Turk û li nêzkiya Aşûr û Ermenan, di aşîtyê de djîn, çi nîşanek heye ferhengîkirina wî bajarî, xêncî lihevkirin û cihêbûna zêde û valakirina refên hevdengiyê di nava neteweyên wî bajarî de!?