Urmiye: Canê girtiyekî Kurd di bin tehlûkeyê de ye

20:20 - 12 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî Kurd bi sedema nebûna çereseriya pizişkî di girtîxaneya Urmiyê de di rewşek xirab de ye.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, berpirsên ewlehî ên girtîgeha “Derya” ya bajarê Urmiyê, pêş bi veguhastina wî girtiyê bo nexweşxaneyê girtine.

Pizişkên çareseriyê di girtîgeha Urmiyê erkdar kirine ku Kêywn (Mistefa) Dawûdî dest bi cih pêdvî bi neştergeriyê û fîzyotorapî heye.

\"28982.jpg\"
Kêywan Dawûdî
Çavkaniyeke haydar di vê derheqê de bi telefonê Ajansa Kudrpa agehdar kir û got: “têçûya pilatîna lingê Kêywan, bûye sedema çilka zaf ya leşê navbirî û dibe bilez wî veguhêzin bo nexweşxaneya taybetî”.

Wî çavkaniyê di dirêjiyê de got: “Hêzên ewlehî ên girtîgehê seba îzindana wî kesî bo nexweşxaneyê dijberî kirine.

Pêşgirtin ji çareseriya wî girtiyê di demekî de ye ku li gor peymannameya NY ya derheq mafên civakî û siyasî, ku hikûmeta Îslamî ev yek vajo kiriye, bêparkirina girtiyan ji çareseriya pizişkî û îşkence, sivikatî bi mirovahiyê, û dijîmirovî ye.

Kêywan Dawûdî temen 19 salî, li ser sêrêya Dareleka Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat destbiserkirin û di dadgeha şoreşê de bi tometa alîkarîkirin tevî yek ji partên siyasî ên dijberî Îranê hatiye destbiserkirin, û hukmê 10 sal girtinê bi ser de hatiye sepandin, û niha 7 sal e ku di girtîgehaê de ye.