Urmiye: 3 pasdar hatin kuştin

22:01 - 26 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa:Têkildarî bûyerên wan rojên dawî yên parêzgeha Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê, çend leşkerên hikûmeta îslamiya Îranê hatine kuştin û hejmarek jî hatine binçavkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, termê 3 endamên Sipaha Pasdaran, ji sînorê Kêlaşîn ê Şnoyê bi navendên leşkerî yên wî bajarî hatine veguhestin.

Çavkaniyeke agah a nûçeyan li Şinoya Rojhilatê Kurdistanê bi piştrastkirina vê nûçeyê ji ajansa Kurdpa re got: Mimkine ew kesane di pevçûn li gel pêşmergeyên Hizba Demokrat, hatibin kuştin, lê ajansa Kurdpa wê nûçeyê bi awayekî zelal piştrast nake.

Wê çavkaniya nûçeyan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir: pasdarên hatinî kuştin, ji deverên sînorî yên Şinoyê bi qereqol (padigan) ên leşkerî yên Îranê hatine veguhestin.

Pêştir, fermandarekî leşkerî yê PDKÎ ku heya niha jî ligel hejmarek pêşmergeyên wê partiyê li tixûbên Şinoyê dimîn in, bi medyayên Başûrê Kurdistanê re ragihandibû: Sipaha pasdaran bi kincên gerîla (jêr navê kontolgerîla) şerên pêşmergeyan kiribûn.

Li aliyê din, li devera Mirgever a Urmiyeyê jî nûçeyek hatiye weşandin ku herî kêm 10 endamên Sipaha Pasdaran a Îranê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên wî welatî ve hatine binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye, hejmarek welatiyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê, di peywendiyên telefonî ligelê ajansa Kurda ragihandin: Ew çend rojin sînorên parêzgeha Urmiyeyê ji aliyê leşkerên Îranê ve tên kontirolkirin û welatiyên deverê yên têkildarî hikûmetê jî, tên organîze û birêxistin kirin.