Umîd Ehmediyan: Çalakiya çandina Berrûyan taybet bi bajarê Ciwanro nîne

13:06 - 21 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Zêdeyî 5 milyon hiktar ji daristan û giyayên Zagrosê ku dar berrû ne bi sedema kêm aviyê, bin xetera ji nav çûyînê de ne, ji ber vê 12 parêzgar li Îlam a (buka Zagrosê) li ser vê pirsê civînek pêk anîn.

Mekanê jiyana sedî 30 ji nifûsa Îranê cihê xwedîkirin a 50 milyard mitirê kabik(mitrê mokeb)ava baranê têde heye, dabîn kirna sedî 80 darûberên şewatek(sûxt) bo hemû nifûsa welat ji qazancên dar berrûyên zafgrosê tênê hejmardin ku hewceyî îradeyeke Neteweyî, bo parastina wê nê’imeta binirx a xwezayî li Kurdistan û Îranê de heye.

Niha şînbûna darê berrûyan bi sedema bandorên însanî û xwezayî li ser wan hêdî hêdî ji nev diçin; bi awayek ku gorî amarên ko hatnî bi dest xistin, evsal 1 milyon û 400 hezar hiktar ji daristanên Zagros, heya niha hişk bûne yan ber bi hişk bûne ve diçin ku 184 hikter ji wan tenê li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê de bi cih bûne.

Ajalên hur ên darxwa(heşere), roleke berçav di navbirina darên berrûyan de hane, tê gotin ku çend cûneyên kirman û perperikên gul xwar di wê deverê de hene.

\"23728.jpg\"
Kampaniya çalakiya çandî a berrûyan heya niha nêzî 1 hezar endam girtiye
Çend sal beriya niha malpera “Ferarû“ di raportekî de, serbarê xemsariya navendên peywendî dar bi pirsa darisrtanên berrûyan li zagrosê ragihandibû: Behadan bi daristanên bakûrê Îranê bûye sedem dakû daristanên zagrosê(50 sal beriya niha heya îro), ji aliyê karbidestên hikûmeta Îranê ve bên ji bîr kirin.

Hefteya borî berprsê pirojeya parastina daristanêên zagrosêç qala vê yekê kiribû ku nêzî 1 hezr milyard Tûmen budce, bo nûjen kirina devera zagrosê berçav hatiye girtin lê Şewra Bilind a Jîngeh parêziyê piştevaniyê ji wê pêşnûmê nake û bi şûnde naçe.

Nerîn û lêkolîn derheq zagrosa bê darê berrûyan, bûye sebeb daku çalakvanên jîngehparêzî li Ciwanro, çalakiyekî li ser wê pirsê birê ve bibin.

Kesek ji avakerên wê kampanyaya civakî ajansa Kurdpa re got: Ew helmet (çalakî)a tenê taybet bi Ciwanro û Encûmena Maprês nîne, belkî tevahiya bajarên Rojhelatê Kurdistanê û heya Herêma Kurdistanê jî bi xwe digre.

Di wê çalakiya giştî de her kesek dikare bi çandina 3 berrûyan, 3 heya 5 kes ji dost û hevalên xwe bo wî karî şewq bike (hanbide) û çalakiya xwe ji torên civakî de biweşîne.

Umîd Ehmediyan serbarê hêviyên ku bi wê çalakiyê heye, ew hişdarî jî da ku xemsarî û hewil nedan derheq wê pirsê, vê bibe sedema jiholê rabûna daristanên zagrosê.

Naveroka hevpeyvîna avakerê kampaniya çandina berrûyan:

Kurdpa: kampaniya çandina Berrûyan bi çi avayî çalakiyan dike û armanca wê ji wî karî çî ye?
Umîd Ehmediyan: Kampaniya çandina berrûyan di torên civakî de daxwaz ji hemwelatiyan dike ku beşdarê çalakiya jîngeh parêziyê bibin û bi balkişandin bi ser wê yekê ku daristanên zagrosê ber bi nav çûyînê ve diçin divê ew jî wan destek bikin. Her wisa daristan wek mirovan ajal û her candareke din dikevin ber êrîşan; jiber wê îdareya Jînegehparêzî ya Ciwanro a Rojhelatê Kurdistanê û Encûmena Kesk a Maprês, daxwaz ji hemwelatiyan dike ku di wê helmetê de pişikdariyê bikin.

\"23702.jpg\"
Ewçalakiye tene taybet bi torên civakî nîne
Kurdpa: Kampaniya yê destpêkê ji Ciwanroyê serhilda, pêşwazî kirina welatioyan (ji wê çalakiyê), li bajarên din bi çi awayekî bûye?
Umîd Ehmediyan: Çalakiya han li torên civakî bi awayekî berfireh belav bûye û bandora xwe kiriye; jiber ku çandina berrûyan îro taybet bi Ciwanro û Encûmena kesk nîne, belkû hemû bajarên din ên Kurdistanê wek Nexede, Pawe, Serdeşrt, Riwanser, Şino, Sine, Selas Bawecanî, Îlam, Mehabad, Merîwan û Pîranşehr, Hewlêr û Silêmanî li Başûrê Kurdistanê jî di wê helmetê de pişikdarî kirin e.

Kurdpa: Damezrêner û avakerên kampanyayê ji kar û barên xwe razî ne? hûn pêşwaziya xelkê çawan dibîn in?
Umîd Ehmediyan: Em wek çalakvanên jîngehparêz ji wê piroseyê bi awayekî giştî razî nîn in; çimkî divê beha û nirxeke zêdetir pê bê dayîn û eger em û karbidestên hikûmetî, xemsariyê bikin, daristanê zagrosê ê ber bi wêraniyê ve herin ; ew di demekê deye ku budce bo wê yekê hatiye terxan kirin.

Kurdpa: Jiber çi we bi berrûyan çalakiya xwe dest pê kir?
Umîd Ehmediyan: Hilbijartina berrûyan bi çend armancan hatibû diyarî kirin, hekî rastî bê gortin dar berrû taybet bi zagrosê ye; hewce bi avdanê nîne û tenê gul pê ve tên lê mixabin di çend salên borî de bi sedemên cur bi cur ber bi nav cûnê ve diçin.

Kurdpa: Hemahengî navbera we û karbidestên hikûmeta Îranê li ser wê pirsê di çi astekî de ye?
Umîd Ehmediyan: Îdareya Jîngeh parêziya Ciwanro xwe ew pirose dest pêkiriye û yek ji piştevanên sereke yê wê helmetê ye.

Kurdpa: bi nerîna we çalakî heya çi qasî dikare welatiyan hişyar bike û pirsgirêkan kêm bike?
Umîd Ehmediyan: Li darxistina Kampanyayek han, dikare bandoreke çandî li warê jîngehparêziyê de li ser xelkê çêbike û her wisa dikare alîkariyê bike dakû pirsgirêkên jîngehparêziyê di deverê de, bên çareser kirin û ew ligel jîngehê peywendiya hevaletiyê çêbikin.

Kurdpa: Xeynî torên Civakî we çi biryar yan rêbazek din bo çalakiya xwe berçav girtiye?
Umîd Ehmediyan: Ew çalakiye tenê taybet bi torên civakî nîne; herçend pişkek zor ji çalkiya ji riya torên civakî ve birê ve diçe lê di piraniya bajarên Kurdistanê nemaze Ciwanro em di çarçove ya tîmî de wî karî dimeşîn in.