Trajediya Mehabadê û Başûrê Kurdistanê bila naye serê Rojavayê Kurdistanê…

21:34 - 13 Tebax 2012
Unknown Author
Îbrahîm Guçlu
Wek tê zanîn piştî ku muxalefeta ereban li Şamê –ku navenda siyasî û leşkerî ya dîktatoriya baaasî û esadî ye - û li Halebê –ku navenda aborî ya dîktatorya baasî û esadî ye- derbeyên mirinê li dîktatoriya baasî û esadî xist, gelek taxên wan bajaran ketin bin kontrol û bandora mûxalefetê; li dinyayê qenaatek derket holê ku temena dıktatorya baaasî û esadî ne dirêj e. Dîktatorya baasî û Esadî dê di demek kurt de biçe û ji bona ku Sûriyeyê jinûve ava bibe dê xebata dest pê bike.

Di nav wan qewinandinan de dîktatoriya baasî û esadî, leşkerên xwe ji beşek bajarên Kurdistanê vekişandin, li wan bajaran partiyên kurdan û bi taybetî jî Partiya Yekîtî a Demokrat (PYD) (balkêş e di vê partiyê de navê “kurd” tune ye. Lewra PKKê gor hesab û daxwaz Sûriyeyê ev partiya ava kir. Loma jî peyva “kurd” di navê partiyê de cî negirt) rêvebiriya wan bajaran bi awayekî komedî girtin destê xwe. Dezgehên dewletê di destê baasê de ne, kolan di bin kontrola kurdan de ye.

Ev rewşa nû ya li Rojavayê Kurdistanê du reaksîyonên xurt derxistin holê.

Reaksiyona xurt ya yekem: Reaksîyona hemû kurdên li dinyayê û li beşên Kurdistanê bû. Hemû kurd gelek kêfxweş bûn ku Rojavayê Kurdistanê nîv azad bûye. Dê di pêşeroş de bi tevayî azad bibe. Ev reaksîyon û kêfxweşiya me kurdan gelek xwezayî ye.

Reaksîyona duyem: Reaksîyona Dewleta Tirk û bi giştî mûxelefeta ereban Encumaniya Niştimanî ya Sûriyeyê û Artêşa Azad bû. Dewleta Tirk rewşa nû ya li Rojavayê Kurdistanê, wek desthilatdarbûna PKK/PYDê şirove kir. Loma jî ev statuya nû ya li Rojavayê Kurdistanê li hemberî berjewendiya xwe ya milî û ewlekariyê diyar kir. Loma jî got ku “ez xwediyê heq im ku li hemberî PKK/PYDê her tedbîrê bigrim.” Arteşa Azad ya Sûriyeyê jî diyar kir ku “dê li Bakûrê Sûriyeyê Îzin nedin ku hevalbendên dîktatoriya baaasî û esadî bibin desthilatdar.”

Reaksîyona dewleta tirk di heman dem de li hemberî Hikumeta Kurdistanê û bi taybetî jî li hemberî Serokê Kurdistanê jî bû ku ew li Hewlerê bûye sedem ku PYDê jî bixe nav yekîtiya kurdan û ji bona ewlekariya Rojavayê Kurdistanê pêşmergê perwerde kiriye.

Piştî daxûyaniya Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn û li dinyayê qenaatek wûsa hat holê ku Dewleta Tirk dê li Rojavayê Kurdistanê herêmek tampon ava bike, an jî dê operasyonên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.

Ev helwesta Dewleta Tirk li dijî hiqûqa navneteweyî, maf û azadiyên miletan û realîteya Rojhilata Navîn e.

Divê her kurdek û demokratek li dijî vê helwestê derkeve.

Ceribandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Başûrê Kurdistanê…
Beriya ku ez li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û xeteriyên li Rojavayê Kurdistanê; li ser xeteriyên ji bona Başûrê Kurdistanê hatine rojevê rawestim, ez dixwazim trajediya Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Başûrê Kurdistanê bînim bîra xwendevanan.

Wek tê zanîn piştî Şerê Dinyayê yê 2-emîn (1945), Yekîtiya Sovyetan, Îngîltereyê û Emerîkayê Îran îşgal/dagir kirin. Yekîtiya Sovyetan wek dewletek emperyal ji bona ku pozîsyona xwe ya li herêmê li hemberî dewletên emperyalîst xurt bike, avakirina dewleta Azarbeycanê û Kurdistanê wek derfetekê bi kar anî. Kurdan jî, di vê helwestê berjewendiya xwe ya milî nas kirin.

Encama hewildanek û niqaşeyên dûrûdirêj di sala 1946-an de Komara Kurdistanê ya Mehabadê hat ava kirin. Hemû kurdên beşên din û kurdên li dinyayê ji avayîya Komara Kurdistanê ya Mehabadê hem kêfxweş bûn û hem jî rasterast jê re bûn alîkar; di desthilatdariya komarê de di bin serokatiya Pêşewa Qadi Muhammed de wezîfeyên/peywerên girîng girtin ser milên xwe.

Lê piştî ku Dewletên emperyalîst (Emerîka, Îngîltereyê, Yekîtya Sovyetan) ji bona parvekirina Rojhilata Navîn û Dinyayê peyman çêkirin, dest ji Îranê berdan; wê demê hikumeta merkezî ya Îranê ya kolonyalîst êrişî avayî ya Komara Kurdistanê ya Mehabadê kir: Ji bona miletê kurd trajediyek mezin derket holê. Komara Kurdistanê hat rûxandin, qetlîamek çêbû, serokên komarê dîl ketin û bi lezûbez hatin dadgeh kirin û hatin îdam kirin.

Ceribandina Başûrê Kurdistanê jî, du trajedî ji me re nîşan da.

Trajediya yekem: Dema “Otonomiya Kurdistanê” ava bû (1970), qewimî. Wek tê zanîn Otonomiya Kurdistanê 4 salan jiyan kir. Dema ku li Kerkûkê referandûm bê lidarxistin, dîktatoriya baasî êrişî Kurdistanê kir û şer derket.

Ji bona ku Yekîtiya Sovyetan piştgiriya dîktatoriya baasê kir û Emerîka-Îranê jî dest ji piştgiriya xwe ya Otonomiya Kurdistanê berdan, Otonomiya Kurdistanê encama Peymana Cezayîrê (1975) hat rûxandin. Miletê kurd bû miletek penaber û perîşan.

Trajediya duyem: Piştî Şerê Kendavê yê 1-emîn derket holê. Di şerê Kendavê ya 1-emîn de Kurdistan ket bin desthilatdariya partiyên Kurdistanê.

Lê piştî ku Emerîkayê û hervalbendên Emerîkayê xwe ji Iraqê vekişandin, dîktatoriya baasî û seddamî bi çekên kîmyevî êrişî Kurdistanê kir, qetlîama kurdan çê bû û milyonek kurd penaber bûn.

Pişt re Emerîka û hervalbendên Emerîkayê û Tirkiyeyê biryar dan ku kurd vegerin welatê xwe. Ji bona vê jî herêmek azad ava bû û ji rejîma seddam re qedexe hat kirin ku ew bikevin herêma azad ya Kurdistanê.

Wê demê kurdan bi azadî herêma xwe birêvebirin. Lê dîsa jî ji Iraqê veqetandina xwe diyar nekirin.

Yanî pêşiya felaketê pişt re hat girtin.

Li Rojavayê Kurdistanê dikare çi bibe?
Li Rojavayê Kurdistanê xeterî heye. Ev xeteriya jî ew e ku li Suriyeyê piştî rûxandina rejîma Esedî û baasî gelek aşkere ye ku ew kes û hêzên ku li hemberî dîktatoriyê şer dikin dê bên ser hikum.
Sûriyeyê dê jinûve bê ava kirin. Ji bona avakirina Suriyeyê aktorên hûndir û aktorên navneteweyî hene. Tirkiyeyê jî dê di avakirina Suriyeyê de bibe aktorek girîng.

Desthilatdarên pêşeroj dûr nîne ku heger li Rojavayê Kurdistanê PYDê desthilatdar be, girêdayî pêwendiya PYDê rejîma baasê, Kurd wek aktorek avakirina Suriyeyê nayên qebûl kirin.

Piştî ku desthilatdar û karbidestên nû xurt bûn jî, êrişî Kurdistanê bikin. Ji bona vê êrişê jî dewleta tirk û dewletên din yên herêmê dê bibin alîkar. Li Rojavayê Kurdistanê bixwazin desthilatdariya xwe jinûve ava bikin.

Ev jî dikare bibe sedem ku xwîna gelek kurdan birije û hêzên nû li Kurdistanê desthilatdar bibin. Derfeta ji bona kurdan derketî holê binpê bibe.

Tê zanîn ku piştî ku rejîma baasê hat rûxandin, Sûriyeyê dê jinûve bê ava kirin, kurd qet tiştekî nekin jî rewş û statuya wan ji aliyê maf te dê ji îro mitlaqa pêştir bibûya.

Tê fikirandin ku dema hêzên nû yên desthilatdar/karbidest êrişî Kurdistanê kir, dinyaya wê demê raste rast mûdaxale bike.

Lê garantiya wê yekê hîç tune ye. Lewra li Suriyeyê rejîma baasî qetlîaman pêk tîne, lê dinya dîsa jî mûdaxale nake.

Pirseka din ya girîng jî ew e, PYDê ji bona ku hevalbendê rejîma esedî û baasî û PKKê tên nas kirin jî, PYDê jî terorîst dê bê pejirandin, ji bona hêzên navneteweyî ev yeka jî dê bibe asteng ku mûdaxale bikin.

Mûdaxaleya desthilatdariya Başûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî wek tê gotin zehmet e û heta mimkûn nîne. Çimkî Başûrê Kurdistanê dewletek serbixwe nîn e. Ji bona mûdaxaleyek wûsa biryara dewleta federal pêwîst e.

Ji bona vê divê hemû kurd jî di vê pirsê de li hevkirî bin. Rastiyek heye ku di vê pirsê de di nav kurdên Başûrê Kurdistanê de jî rayek hevbeş tûne ye.

Pirsa din ya girîng dema ku çapameniya Tirkan bê şopandin, gelek aşkere derdikeve holê ku PYDê ji mafê miletê kurd re jî rêzgirtî nîn e.

Hîç şik tûne ye ku miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê jî, xwediyê mafê qedera xwe bi xwe tayîn bike. Ew jî bi federalî û dewletek serbixwe dibe. Ev jî dê bi mizekerayn çê bibe. Lewra li Rojavayê Kurdistanê şertyên bi hêza çekdarî statu bê gûhertin tûne ye.

Dewleta Tirk û dewletên din jî mafê wan tûne ye ku mûdaxaleyî mafên kurdan bike.

PYDê, her çiqas kurdan hîn di vê pirsê de gotina xwe diyar nekiriye û federalbûn jî bi giştî daxwaza kurdan e, ew “xweseriya demokratîk” propaganda dike.

Dîsa diyar dike ku li Rojavayê Kurdistanê ji derweyî wan, grubek biçûk ya kurdan heye, ew jî ji sedî 10 kurdan temsîl dikin.

Her çiqas hilbijartinek jî çê nebûye, progandîstên wan yên tirk vê propagandayê dikin.

PYDê her çiqas dibêje ku “ez bi PKKê re girêdayî nîn im, bes di PYDê de dilsozên PKKê hene” lê stratejiya PKKê ya “xweseriya demokratîk” diparêze. Ev jî her tiştekî aşkere dike. Helwesta PYDê helwesta çiçûka deveyê ye.

PYDê ji aliyê din de gor Peymana Hewlêrê tevnagere. Ew jî dibe sedem ku hem Dewleta Tirk tahrîk bike, hem jî di navbeyna hêzên Rojavayê Kurdistanê de pirsgirêk çêbin.

Ev helwesta jî diyar dike ku di pêşeroj de di navbeyna kurdan şerê hûndir çê bibe.

Li Başûrê Kurdistanê dê çi bibe?
Li Iraqa federal jî nekokiya desthilatdariya Kurdistanê û hikumeta merkezî dê gelek xûrt bibee. Li Başûrê Kurdistanê dûr nîne ku şer derkeve.

Başûrê Kurdistanê bi xwe hewcedarî alîkariyê ye. Di vê merheleyê de di navbeyna Dewleta Federe ya Kurdistanê û Dewleta Tirk de tîfaqa stratejîk heye. Peymana Hewlêrê û helwesta Serokê Kurdistanê li hemberî Rojavayê Kurdistanê, peywendiya bi PYDê re ji bona pêwendiyê herdu terefan ya stratejîk jî xeteriyek derxistiye holê.

Dewleta Tirk piştî çend rojan dê bi Serokê Kurdisatanê rûnin van pirsan niqaşe bikin. Heger li hev nekirin, Başûrê Kurdistanê ji bona pêşeroja Iraqê û Kerkûkê dê dîsa bikeve zehmetiyek mezin.

Loma jî rewşa îro ya li Rojavayê Kurdistanê, xûya dike ku zêdetir zerar bide Başûrê Kurdistanê.

Hemû kurd ji bona ku pêşiya van xeteriyan bigrin, divê bi hev re xebat bikin. Ji bona vê hewlet li hevkirinek a fikrî û stratejîk pêwîst e.

Jêder: Netewe