Tirkiyê vê carê bi danîna alaya Kurdistanê li cihê hevdîtinê de, pêşwaziya Mes’ûd Barzanî kir

20:58 - 10 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Barzanî duh çû Tirkiyê û yekem car bi serkomarê wî welatî Receb Teyib Erdoxan û piştre jî digel serokwezîrê Tirkiyê Davûdoxlo civiya.

Ew serdana serokê Herêma Kurdistanê bala bîr û raya giştî ya herêm û cîhanê, û bi taybetî bala rêber û rayedarên welatên herêm û cîhanê bo aliyê xwe rakêşa û gellekî girîng hate zanîn. Jiber ku ew serdan di demeke gellekî hestiyar de hate encamdayîn, ku kêşeyên herêmê ew qas aloz bûne, ku çareseriya wan zehmet tê dîtin.

Lewra li gora zanyariyan piştî civînê, nivîsîngeha Serokwezîriya Tirkiyê derheqê hevdîtinê de daxuyaniyek da û ragihand ku Davûdoxlu ji Barzanî re gotiye, aramiya Îraqê bi taybet aramiya Kurdistana Îraqê ji bo me pirr girîng û stratejîk e.

Davûdoxlu her wiha behsa şerê DAÎŞê jî kiriye û gotiye, Tirkiye naxwaze DAÎŞ bibe cîrana wê, lewma divê Hewlêr bihêz bibe û di vî warî de çi alîkariyek hewce be emê bidin Îraq û Kurdistana Iraqê jî.

Di şert û mercên niha de hevdîtina bi we re ji bo me pir girîng e û ji bo her kesî peyamek girîng e. Piştrast bin ku emê di şerê terorê de bi her awayî alîkariya we bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê derheqê kirîza şandina hêzên Tirk bo nêzîkî Mûsilê jî gotiye, me hêz şandiye wir ji bo aramiya deverê ne ji bo derxistina alozî û dagîrkeriyê. Di civîna Barzanî û Davûdoxlu de ala Kurdistanê jî li kêleka alên Îraq û Tirkiyê hate danîn.

Barzanî dê îro bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê û partiyên siyasî yên Bakura Kurdistanê re hevdîtin bike.