Textên Nexweşiyên Hundurî, %50ê wan Ji Ber Bengdarên Madeya Şîşe Ketiye

12:26 - 21 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Berpirsê Navenda Xebat Dijî Madeyên Sirker, Mihemd Baqir Sabirî raginad li Îranê tûşbûyên madeyên sireker %50 ji textên nexweşiyên hundurî dagîr kirine.

Sabirî herwiha ragihand ku bengdarbûn bi madeya şîşe gellek metirsîdar e li çav madeyên din û çêbûna bengdarên vê madeyê girêdayî ye bi şêweya bikaranîna kesên bengdar.

Navbirî heriwha eşkere kir ku li heyamek kurt de 4 navendên din bi armanca razandina kesên tûşbûyî bi madeya şîşe hatine damezirandin.

Sabirî di hevpeyvînekê de ligel malpera navenda xebat dijî madeyên sirker ragihand ku seba bûna madeyek taybet li nav şîşê de, kesên bikarhêner tûşî nexweşiyên hundurî dibin.

Li gor serjimêriya Navenda Xebat Dijê Madeyên Sirker li Îranê, 27 hezar kes bi awayek berdewam şîşe bikar tînin û ji sedî 90e wan li jêr temenê 29 saliyê de ne.