Tevgera xwendekarî di sîstemên dîktaror û totalîter de

13:48 - 11 Şibat 2013
Unknown Author
Serbest Urmiye

Bê guman di welatên dîktator lêdayî de tevgera xwendekarî weke tevgerekî sinfî erk û fonksiyona partiyên siyasî dikeve estû. Ji ber ku hewil û dijberiya desthilatê ji bo ji holêrakirina dijberên xwe di qada zanîngehê de tê asteng kirin û nikare weke tev aliyên din ên civakê zanîngehê jî ber bi yekdest kirinê bibe. Ev jî ji ber vê yekê ye ku tevgera xwendekarî bi vê taybetmendiya xwe ya pirsiyarker û rexnegir bi şêve û metodên zanistî yên rexnegirtinê , bi çavê gumanê mêzeyî tev pirsên cur bi cur di civakê de dike û ji aliyeke din ve bi hizra xwe ya guhertinxwaz xwendekarên bi temen ciwan, li hember desthilatê disekinin û desthilata dîktator bê bersiv û neçar dihêlin. Di vê derheqê de, ne bersiva tevgera xwendekarî bi awayekî zanistî ji aliyê desthilatê ve tê dayîn û ne jî tu altirnatîvekî hêja ji bo tevgera xwendekarî di nava sîstema totalîter û pawanxwaz de tê diyar û peyda kirin.

Di vê rewşê de û bi vî awayî renge desthilat bikare partiyên siyasî ji holê rake û NGO yan kontirol bike, lê bi tu awayî nikare bo hertim deriyê zanîngehê dabixe û tu altirnatîveke din jî ku bikare cihê hêz û îradeya bizava xwendekarî bigire, nahê peyda kirin. Di vir de ye ku zanîngeh dibe meydana serhiladana hemû dengên ku di sîstemêm totalîter de hatine fetisandin. Êre daye ku di şûna vê çendê de ku tevgera xwendekarî hilgirê peyama taybetî bi sinf û tevgera xwendekarî be, erk û fonksiyona tevger anku partiyekî siyasî dikeve estû. Bi vê hegerê jî bazneya bizava xwendekarî sînorên zanîngehê derbaz dike û bi qasekê berfireh dibe ku di her biyav û babetekî siyasî û civakî de dibe xwedî helwest, peyam û aksoyona naskirî ya xwe.

Di aliyeke din ve desthilatên îdeolojîk û totalîter bi hikmê pawanxwaziya xwe nikarin xwe di sînorekî taybetî de ragirin û tu sînorekê ji bo desthilata xwe diyarî bikin. Ji ber vê çendê ye jî ku sînor û biyavan tevlî hev dikin û hemû aliyên jiyana takekesî û civakî de xwe bi xwediyê hizr û bername dizanin. Desthilatên dîktator serî di hemû kunc û bincên jiyana xelkê didin û hizr û ramanên xwe bi ser de disepînin. Dixwazin mirovekî/ê perwerde bikin ku di tev aliyan de li gor bîr û bawerî û dilxwazên wan bin. Ji bo vê meremê jî hewce ye ku kesayetiya mirov were herifandin û ji nû ve miroveke din li gor hizr û ramanên wan were avadan kirin. Mirovek ku di hizr û mejiyekê vî/ê de tenê bîr û hizrên desthilatê cih digirin.

Bi vî awayî ye ku hemû liv û lebatekê di civakê de bi çavên şik û gumanê mêze dikin û li dijî xwe bi pîlanekî siyasî dizanin. Ya rast jî her eva ye ku hemû kiriyar û helwest û heta ramanên xelkê jî bazneya îdeolojî û siyaseta wan tevlî hev dike û her hizrek ku çavkaniyê ji desthilatê wernegire, vateya siyasî û pêkhate şikên werdigire û hewce ye bikeve ber dije kiriyaran.

Di vê rewşê de ye ku heke civîn û xwestekên xwendekaran heta heke bêhna siyasetê jî jê nehê, ji ber ku berê û ji derveyî bernameyên desthilatê de hatine lidarxistin, ji aliyê rejîmê ve diçin qada dijberiya siyasî û di çanda totalîtarîzmê de bi dijnim tê pênase kirin. Bi vî awayî û bi vê hegerê, rejîm bandorê dixe ser daxwazên sinfî yên tevgera xwendekarî jî û ber bi qada siyaset û radîkalîzmê han dide.