Terror Çiye, Terrorîst Kîne?

21:43 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012
Unknown Author
Kakşar Oremar

Di ferhanga siyasî da peyva “Terror”ê peyveke Latînî û tê wateya tirs, wehşet, mirovkujî û kirina karên hovane. “Terrorîst” jî bi alîgirên tirsandin û zorê hatine nasandin.

Terror bi wateya xwe ya îro ji dawiya sedsala 19an tê dîtin, lê bikaranîna peyva” Terrorîsim”ê ji çaxê xebata Anarşîstên(1) Ewropa destpêkiriye. Dema ku alîgirên “Bakunîn”(2)(ku xwe şoreşger dihesibandin) li dijî nezim û dîspilîna civakê dest bikar kirin û bi terrora kesayetî û bombedayînan dixwestin dîspilîna bi navê “dewlet” ê têk bidin, êdî peyva terrorîst bi wateya alîgirên çêkirina tirsê ket nava ferhenga siyasî.
Li gor bîr û ramanên anarşîstekê dewlet amrazekî talan û zulmê tê hesibandin û heya dema ku dewlet hebe mirov nikare bigehe azadiya xwe ya mutleq. Çi cûre dewlet li ser kar be, ji wan re ferq nake. Ew li dijî sîstemeke bi navê dewletê ne. Ji ber wê li gor nêrîna anarşîstan çimkî “dîspilîna civakî” ji dewletê re îmkanên berdewambûna desthilatdariyê diafirîne, pêwîste ku bê ji navbirin heya ku ew çînên civakê yên bindest hêza şoreş û serhildanê bidest bêxin. Ev armanc ji anarşîstan re karekî mûqedes bû û bi hêrişa li ser bank û bombedayîna rê û navendên aborî û terrorkirina kesan kêmxemî nekirine.

Îro piştî şerê cîhanî yê duyê terrorîsim mezintirîn xeter an jî tehlûkeye ku emniyeta cîhanê xistiye bin tehdîdê. Û di vê cîhana reş û spî da em Kurd ketine ber bayê terrora Reş û Spî. Ziyana herî mezin me Kurda ji terrorê dîtiye.

Terror Li Kurdistanê
Di van çend rojên derbasbûyî da medya Kurda hinek foto belavkirin ku wijdana herkesê ku ji xwe re bêje „ez mirovim“, nerihet kir. Karê welatên ku heya roja îro xêr û bêrên Kurdistanê bi her awayî talan kirine, li her derê: li Ewropa, li çiya, deşt, bajar û gundên Kurdistanê tenê kuştin e. Rojekê Emîrxanê Lebzêrîn, Hemze Axayê Mengor û Simkoyê Şikak, rojekê jîPêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Şêx Meişûq, Salih Yusifî, Îssa Siwarî, Dr. Sadiq Şerefkendî, Şiwane Qadirî û îro jî gerîlayên ku sinorên destçêkirî nas nakin û ji Makû, Kirmaşan, Îlam, Mehabad û Merîwanê tên û li Amed, Dêrsim, Efrîn û Qamîşlokê şehîd dibin. Carna dujimin sinorê terrorê jî derbas dikin û dest bi jenûsayidê dikin: Osmanîyan dest bi fermana Ermeniyan û Sefewîyan jî ferman û koçberî li dijî Kurdên di nava sinorên impiratoriya xwe da destpêkirin.
Terror çiye û terrorîst kîne? Zimanê rojnameyan di eşkerakirina van cinayetan da rolê xwe yê pozîtîv hebû. Ez texmîn dikin ku bi dîtina van wêneyên ku cara yekê di rojnameya Ö.Politika da hatin weşandin, êdî ji vê zêdetir belge ne pêwîstin. Çimkî bêkerametî, sivkatî, birîndarkirina hissên insanî û siyaneta hemû mirovên rû erdê di laşên linç-linçkirî da xuyane. Kesên xwedî wijdan ji insanbûna xwe şermê dikin. Pirsa yekê jî ku tê eve:“ Gelo mirov çawa dikarin li hemberî kesên mîna xwe wiha hov û dirinde bin?!! Kîne yên ku mîna çeqelan mirovan dihincinin? Li kû, di nava kîjan çandê û çawa mezin bûne ev heywanên han?!!“….
Faşîstên Tirk ji mêjda ye ku azmonên xwe yên mirovheziyê(!!?) ji raya giştî re pêşkêşkirine. Berê ew destperwedên Sûltan Ebdulhemîd û Talatpaşabûn û îro jî xwîndingeha Kemalîzimê ew hînî xwînrêjiyê kirine. Xwîndingeha Kemoyê ku ev zêdetir ji 80 salaye li ser vê mentalîta xwe ya bêwate bi îsrarin:“ tek dil, tek bayrak ve tek ülke“.(3)

Karê herî ecêb jî ewe ku birêveberên Tirkiyê îro jî bi van bîr û rayên xwe yên rasîstî dixwazin welatê wan bikeve nava Yekîtiya Ewropa!!.
Bêdengiya Ewropa û raya giştî li hemberî van kiryarên dûr ji exlaqê mirovahiyê jî balkêşe. Dema li Ewropa kûçik an jî mirîşkeke wan tê kuştin, êdî hemû rêxistinên mafê ajel û mirovan dikevin nava liv û lebatê. Li her derê fotoyên kûçik û mirîşkan bilind û bi dengekî bilind diqêrînin “ Em vê zulim û heqareta li dijî heywanên bestziman napejirînîn…“. Bi vêre jî medya wan (ji radio û TVyan bigire heya rojnameyên rojane û herêmî) li ser vê bêedaletiya ku wijdana mirovahiyê nerihet kiriye(!!) dinivîsin û bernameyên taybetî çêdikin û hwd. Lê ez nizanim ew dewletên ku her roj zêdetir ji xwarina xwe ya rojane behsa demokrasî û mafê mirovan dikin, çima cendekên xurt û keçên Kurda yên parçe-parçebûyî nabînin?!! Pîvanên wan yên homanîstî çine? çima li ber çavên wan biha, reng û nasnameya gelan cudaye? … û pirs û sed pirsyarên din…

Ger Ewropî tenê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavê xwe ji hemû kiryarên hovane li bakurê Kurdistanê bipoşin, êdî demokrasiya wan tê çi wateyê? Divê Kurd li hemberî sivkatîyên wiha bênimûne di cîhanê da çi bikin? Çima em ji xwe napirsin ka çire jiyana me wiha erzane?!

Çima Jiyana Kurda Erzane?
Kurd ji hêla şexsiyet, ziman û fîzîkî ve hatine terror kirin. Di dîroka sedsalên derbasbûyî da jiyana netewên bêdewlet hertim erzan bûye. Îro di nava gelên cîhanê da Kurd mîna mezintirîn gelê bêdewlet tên nasakirin. Ka rojê çend cara divê em ji xwe pirseke wiha bipirsîn: Çima di nava hemû hoz, tîre û netewên cîhanê da tenê em bêdewletin? Ma rûreşî ji vê mezintir çiye ku zêdetir ji 45 milyon mirov bêjin em hene lê hêjî bêdewlet bin?!! Kê qedereke wiha ji mere daye diyarkirin?: Me bixwe an jî nizanim filan peyman û bêhman protokolê?...

Êdî mirov bi cesaret dikare bêje ku: belê lîstikvanên sereke di vê qadê da berê bav û kalên me û îro jî em bixwe ne. Em hînbûne tim bêjin: Bi peymana Qesrûşirîn Kurdistan kirin du parçe, bi peymana Lozan û Sêvêr Kurdistan bû çar parçe û….“. Hizar heyf û mixabin tenê bi vê rêyê ye ku em xwe ji sûçên dîrokî beraet dikin.

Ez di wê baweriyê dame ku him ji mere û hem ji hemû kesên ku dibêjin em mirovin, ev neng û rûreşiyeke dîrokî ye ku hizar salan jî spî nabe.

Ji welatên biyanî re protokolên aborî ji her tiştê vê cîhanê girîngtire. Bila zikê wan têr be lê laşê serok, gerîla û pêşmergeyên Kurd bên parçe-parçe kirin. Derdê me hemû petrol û dewlemndiyên axa mene ku ji gelên serdest û kedxwaran re jî bûne derman, xweşî û hizar îmkanên din.

Îran û Serkêşiya Terrorîsimê
Bi perên petrola gelên Îranê 25% budceya welatekî mîna Îranê ji wezareta êtlaatê(istixbarat) re hatiye destnîşankirin. Bi van îmkanan em dibînin ku îro di Rojhelata Navîn da Îran serkêşiya terrorîstên Hizbullah û Şîîyên radîkal dike. Destê wan di şerê navxweyî li Îraqê jî tiştekî eşkeraye.

Komara Îranê navê“ Îslamî“ li ser xwe danîye“. Lê terror di îslamê da metrûd(heram) e. Hemû zanyên dînî dibêjin ku di îslamê da terror û kuştina mirovan bi awayê komel herame. Çimkî îslam dînê biratî û rehmetê ye. Herwiha ew dibêjin: Di nava gelên cîhanê da an ola me û wan yeke an jî ji her tiştekî girîngtir em tev weke hev insanin. Karnameya Komara Îslamîya Îranê ji hêla mafê mirov û terrorê ve di nava raya giştî da karnameyek reş e:
Terrora Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî, Şapoor Bextiyar, Dariyuş Firoher, Perwane Firûher, Mihemed Muxtarî û Mihemedcewad Pûyendê(du endamên Yekîtiya Nivîskarên Îranê), Zehra Kazimî(wênegir û rojnamevan) û bi dehan kesên din bû sedem ku bi rêya rojnameyên reformxwaz li Îranê etmosfêrekî vekirîtir çêbibe. Ev bû sedem ku li ser mirina Ehmed Xûmêynî, Seîdê Sîrcanî, Mecîd Şerîf, Pîroz Devanî, Ehmed Mîr Elayî, Sencerî û Fatime Qaêmmeqamî goman çêbibe ku destê îtilaata Îranê jî têda hebûye.

Terror û Tedbîr
Li hemberî terrora reşa dewletên dagirkirî divê em Kurd çi bikin? Medya û ragehandina Kurdî dikare bêtir ji salên berê rastiyan raxe ber çavên raya giştî. Dengê me bi taybetî jî pêwîste li bakur û Rojhilatê Kurdistanê li hemberî terrora reşa dewletî bilindtir be.

Roso dibêje:“ Otorîte tenê bi otorîtê tê kontrolkirin”.

Otorîteya me Kurda jî tenê bi yekîtiya partî û rêxistinên siyasî çêdibe. Li rex vê rastiyê gereke em baş mifayê ji ragehandina bi zimanên biyanî bistînîn. Binêrin piştî yazdê Septambirê Ewropîyan li hemberî terrorê çikirin:
“Li hemberî terrora navnetewî hemû wezîrên 25 welatên Yekîtiya Ewropa roja pêncşemê 1ê Dêsambira sala 2005an bernameyek nû li ser esasê xebata li dijî terrorîsima navnetewî pejirandin”(4).
Jêrnivîs:

1. Anarşîst( der Anarchist): Alîgirên tevlîhehkirina dîspilîna civakê. Herc û mercxwaz.
2. Mîkhail Aleksandrovîç Bakunîn( 30 May 1814- 13 Hezîrana sala 1876) anarşîstekî navdarê Rusîye û mîna „bavê anarşîsimê“ hatiye binavkirin. Ew weke temsîlkar kesê yekemîne ku bîr û ramanên anarişîstîyê belav kirine.
3. Yek ziman, yek ala û yek welat.
4. Radioya BBC(beşa Farsî)