Termê yek ji kuştiyên pevçûna Şino’yê radestî malbata wî nahê kirin

16:36 - 30 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên hikûmetî yên rejîma Îranê xwe ji dana termê kuştiyê bajarê Şino’yê diparêzin.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hêzên hikûmetî yên rejîma Îranê, amade ninin ku meytê Rêbwar Mewlûdî yê xelkê Nalos a Şino’yê radestî malbata wî bikin.

Li gor çavkaniyek haydar, hêzên hikûmetî ji riya telephone ve malbata Mewlûdî haydar kirine ku termê Rêbwar Mewlûdî li goristana “Bax Rezwan” a Urmiyê de veşartine û radestî wan nakin.

Çavkaniyê bas ji wê kir ku malbata Mewlûdî ji aliyê hêzên hikûmetî ve, gef jê hatiye xwarin û ji wan re hatiye ragihandin ku, ew nikarin behê û sersaxiyê jib o xortê xwe deynin.

Roja Pêncşemî, 28’ê gulana 2015’an li encama teqeya hêzên leşkirî ên hikûmeta Îslamiya Îranê li derdora bajarê Şino’yê de, Rêbwar Mewlûdî cane xwe ji dest da û termê wî jib o bajrê Urmiyê hatibû şandin.

Her di wê bûyerê de hevwelatiyekî din bi nave Cesîm Qurbanî birîndar bû û ji aliyê hêzên leşkirî ve dest bi ser û jib o Urmiyê hatibû veguhastin.